Pirtuka “Li welatê Rojê de Vejîn: Amara” cîlda yekem gihêşt xwendekarên xwe. Xebatek ku ji aliyê gelek kesan ve ked hate dayîn, ji aliyê Mehmet Saît Uçlu ve hat nivîsandin. Di derheqa pirtûkê de Mehmet Saît Uclu pirsên ajansa me bersivandibû. Beşa duyem ya roportajê em diweşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Pirtuka “Li welatê Rojê de Vejîn: Amara” cîlda yekem a ku xebata Akademiya Wêjeyê ya Şehîd Bakî ye û ji aliyê Mehmet Saît Ûçlu ve hatiye nivîsandin gihêşt xwendekarên xwe.
Di derheqa pirtûkê de Mehmet Saît Uclu pirsên ajansa me bersivandibû. Beşa duyem ji roportajê wiha ye:
M.Saît Uçlû
— Kevneşopiya roman ên Kurdan, xwe bi ku ve dispêre?
— Wêjeya Kurdî a devkî, wêjeyek pir kevnar e. Peyv an jî soz, ji bo Kurdan pîroz e. Wek zagonek ne nivîskî ye. Weke fermana Xwedê û Xwedawendan e. Heke carek were ziman, hewcehiyq wê tê kirinê. Heke miroveke soza xwe neyîne cih, mirovahiya vî kesî dibe mijara nîqaşan. Soz; dilsoziya nirxên civakî ne. Erdnigariya Kurdan, dergûşa neolîtîk e. Neolîtîk, çanda mirovahiyê ye ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê. Dil, giyan û rehşaneya hemû şaristaniyê ye. Navenda bingehîn ya neolîtîkê jî Mezopotamyaya Jorîn e.
Li vir lêgerîna kevneşopiya roman a ewil jî, nêzîkatiyek rast e. Mînakên roman ên ewil, bi Rojavayê re dan destpêkirin, çewtî û çepandinek mezin e. Demeke her tişt, bi şaristaniya Yewnan-Rojavayê re dihatin destpêkirin. Dîroka ewil, felsefeya ewil, helbesta ewil, romana ewil, muzîka ewil, mîtolojiya ewil û hwd. Di sedsala dawî de, pelik û peydên ku bi kolanên arkeolojîk re derketin, nîşana me da ku ev feraset ev feraset şaş e û çepandinek bîrewer e. Di serî de rasteqîniya Sumerê, dîroka şaristaniyê 3000 salan paşve bir. Piştre jî arkeolojî, pelik û peydên ku bi Xerawreşk (Gobekli Tepe), Newala Çorî (Curnê Reş), Girê Sultan(Riha), Çayonuya Erxenî, Çemê Helan (Êlih), Girê Kortikê (Bismîl) re derketin holê, dîrokê hîn paşve bir û hemû jiberkirinan jî hilweşand. Van pêşketinan jî rehşaneya romanê jî derxist holê.
Pirtûkên olî wek Tewrat, Mizgînî (Încîl), Quran û Avesta jî, him ji aliyekî ve civakî ne, him jî wêjeyî ne. Tu ol, xewn, bawerî û mîtos nînin ku rehên wan di kurahiya rasteqîniya civakê de nebin. Di şaristaniya Kurdan de; roman, helbest, dîrok û muzîk bi hevûdu re di têkiliyek xurt de ne. Peyvên ku dengbêj tînin ziman, ne tenê berhemeke muzîkî ne. Her wiha berxwedan, serhildan û lêgerîna azadiyê yên Kurdan in jî. Ji aliyekî ve dîroka devkî û roman e, ji aliyekî ve jî muzîk e. Her destanên ku dengbêj tînin ziman, wek romaneke devkî, wek romaneke nehatiye nivîsîn e. Destanên Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêş û Edûle, yeko yeko di wesfê romaneke qlasîk a devkî de ne. Sazk, çîrok û lehengên van hene. Erdnîgarî jî dibe giyana destanan. Xisletên van rastbîn in û bi civakê re jî têkildar in. Ziman, bandorker, helbestî û destanî ye. Di sazk, çîrok û pêşketinên bûyeran de teybetmendiyên xwe hene û dahûrandinek civakî jî di nava xwe de dihewînin. Kevneşopiya dengbêjan a devkî, bingeha dîrokî û civakî ya romanên Kurdan a nivîskî ye. Destana Memê Alanê, berhema ewil ya romanên Kurd a devkî ye. A ku kêm mayî jî nehatiye nivîsîn e. Bi ya min gelê Kurd, bi kevneşopiya wêjeyê a devkî re li hemberî êrîşên şaristaniya dewletî li ser piyan mane.
— We gotibû ku rehşaneya romanê. Ev tê çi wateyê ?
— Bi piranî wêje û bi teybetî jî roman; bi hemû aliyên xwe ve erdnigariyek him piralî, him rengîn, aloz e. Roman; erdnigariyek bêxwedî û bêsînor e. Erdnigariya ev qada wêjeyê, her mirovê eleqeder dike. Pîsporiyek teybet hewce nake. Him xwediyê him jî berpeyvê bi piranî ya huner, bi teybetî jî ya wêjeyê mirov e. Erdnigariya Kurd an jî Mezopotamyaya Jorîn; erdnigariya çanda civaka neolîtîk e. Çanda wekhevîxwazî, piştvanî û azadîxwaziyê ku komên Aryen afirandine, ji vir belav bûye cîhanê. Mezopotamyaya Jêrîn ê ku berdewamiya vê erdnigariyê ye, bi pêkhateya civakî ya Sumeran ve, ji şaristaniya çînî-dewletî re dergûşî kiriye. Erdnigariya Kurd, erdnigariyek çavkaniya sereke ye. Ji ber ku Kurd, xwediya vê erdnigariya jêderka sereke ne, bi sedsalan bêyî ku bibin dewlet li hemberî êrîşan xwe parastine û li ser piyan mane.
Kurd, îro, ji her aliyê ve bi fetisandinê re rû bi rû ne. Şaşwazî û tragedyayek mezin dijîn. Riya ji vê rizgarbûnê jî vegera çavkaniya çanda xwe ye û xweyîbûn e. Dibe ku wêje jî ji van riyên rêderan de herî micid be. Wek destpêk, hewceye ku vegera li jêderka xwe, li hêza xwe, li vîna xwe û li nasnameya xwe bibe. Gelê Kurd, ev çil salan bêeman pevçûna vê dide. Dema ku em vegera xwe û vegera destpêkê dibêjin, em behsa giyana berxwedêr, afirîner, çalak û çêker ku civaka azadîxwaz, piştvanî û wekhevîxwaziyê diafirîne, dikin. Avakirina wê hişmendiyê dikin. Tiştê ku em dibêjin, ne di pratîkê de vegera paşerojê ye. Ne jî jiyana boriyê, ji nû ve afirandin an jî kopî kirine. A esas, şînkirin û zindîkirina vê giyana azadîxwaz e. Hest, raman, felsefe û wateyên wekhevîxwazî, afirîner û piştvanî, ji kurahiya rûbara demê ber bi taverojê re derxistin e û bi kêliyê re jî bitemamkirinê ye. Bi rasteqîniya rojane û yê dijî re anîn cem hev e. Di vê bingehê de jî vegera li kesanî û vegera li nasnameyê ya mirovan pêkanîn e. “Wêjeya Civakparêz a Demokratîk“, alava vê ya herî xurt wê bibe.
— Di civakê de cihê huner û wêjeyê çi ye ?
— Bi giştî huner-wêje, bi taybetî jî roman; mirovên ferd, civak û xweza di dema têkîlî saz dike de bêhn danûstandine. Birîqîna giyane der e.Her xiyal, teşeyek di navbera xweza û mirov de halê giyanek sir e. Hest û xwestina jiyanê ji nû ve afirandinê ye.Roman, helbest, nîgar, peyker; bi mirovan re bi kulîlk, bi dar, bi ewr, bi kêzik, bi çem, bi asîman , bi ax, bi civîk û bi mirov re ji nû ve û têkiliyek bêhtir rûkar saz kirine. Bi van re bêhn danûstandine. Nasîna gerdûnê, mirov, xwezayê û civakê ye. Awayekî mirovan bi rastiya civaka xwe re bişewat rûberî hev anîne. Bi taybetî roman , halê xwezayî ya evînê ye. Bê evîn, bêyî ku girêdayî evînê, bi rêketinek evînî nebe gihîştina rastiyê bêderfet e.Rêberê Gelê Kurd ”Rastî evîn e, evîn jiyana azad e.” dibêje. Mirov, rastî û ragihandina diyalektikî; di hebûna huner û wêje yê de wek çemek bi coş e. Rastî, wekhevî û ji bo lêgerîna azadiyê têkîliya ku mirova bi mirov re, ciwakê bi xwezayê re me misoger rûberî huner û wêjeyê dike.Lêgerîna jiyanek bêhtir baş, bêhtir azad, bêhtir xweş, wê me bibe xûm xûma çemê diherike huner û wêjeyê.Ji ber ku felsefe, ol, bîrdozî, zanyarî hwd. bi tenê serê xwe têrî rawekirina rastiyê nake. Ji vê aliyê de lêgerîna rastî û azadiyê ligel yên ku bûjenî û arîşen têkîliya wêje û romanê pir sihêm û bişewate.
— Pirsa dawî, Romana Kurd, di Wêjeya cîhanê de cihekî çawa digre ?
— Wêje û romana Kurd, hê di destpêkê de ye. Ji bo ku em bigihîjin rasteqîniya mirov a ku em zêde nasnakin, di destpêkê de dema tûreşkê paşve bihêlin û ewilî bigihîjin demsala germ-şîn ya romanê.