“Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ,Liga Futbole Ya Bi Navê Şehîd Elî Çîçek, Şehîd Hesen Şirnex Destpekir.”
MEXMÛR- Li wargeha şehîd Rustem Cûdî ,di çarçoveya pengava Serî Hilde de ,lîga futbolê ya bi navê şehîd Elî Çîçek û şehîd Hesen Şirnex destpêkir. Bi beşdarbuyîna Ciwanên ji derveyê Wargehê, we lîg 5 mehan berdevam bike. Bi giştî 23 tîmên futbolê hene.
Vekirina lîgê, bi deqekî rezgirtina ji bo rıhe şehîda destpêkir. Endamê Komîteya Werzîşe ya Tevgera Ciwanên Mexmûr Kerem Çakir, axaftina destpêkirina lîgê kir. Çakir di axaftinen xwe da balkişand li ser tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û balkişand ser girevên birçîbûyîne û got; ”Em wek Tevgera Ciwanên Mexmûr ,di serîda hevalên ku ji bo tecrîda giran li ser Rêber Apo bişkînin ,ketine greva birçîbûyînê da em wan slav dikin. Em wek ciwan dibêjin ku ,em ê heta dawî li hember tecrîdê Serî hilbidin û piştgiriya xwe heta dawî bidin Leyla Guven ,Nasir Yagız û hemû Gelê meye kû ji bo Rêberê xwe rabûye serpiyan. Armanca me ya ev Lîg ,ewe ku di çarçoveyekî komunal de ciwana li hev kom bikin. Dagirkera heta niha ,werzîşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. Li bele armanca me ewe ku bi, rexistinbûyînekî em ew pergala dagirkera hilweşînin.”
Pişte vekirina lige tîma bi navê ,Mazlûm Dogan û tîma bi navê Kamûran Goyî bi maçêkî lîg destpekirin.