Rêjîma Sûriyê kesên ku di çalakiya taxa Zorava ya Şamê de binçav kiribûn, îro serbest berand. Li taxê şahî hatiye lidarxistin.
ŞAM – Rêjîma Sûriyê 24‘ê Çileyê ji şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê ku beşdarî meşa şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leya Guven bibûn endamên Meclisa taxa Zorava ya Şamê û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Osman Sebr di nav de du zarokên astengdar hebûn 5 girtibûn.
Hêzên rêjîmê vê êvarê kesên ku girtibûn serbest berdan. Bi vê wesîleyê kurdên li taxa Zorava şahî li dar xistin.
Kesên hatibûn girtin “Ebdulqadir Mecid El-Hemed, Ferhad Osman Yehya, Yûsif Abdullah Keleş, Diyar Abdullah Resûl û Gabar Nezîr Îbrahîm.”