Duh na pêr, di avêtina ser malan de Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay jî di nav de ji 8 jinên hatin binçavkirin, îro hatin berdan.
ŞIRNEX -Duh na pêr, navend Şirnex li 7 bajaran polîsan bi awayekî hevwext avêt ser malan û gelek kes binçavkirin. 8 jinên siyasetmedar ên hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevseroka DBP’a Navçeya Navendî ya Şirnexê Nûriye Bîlîr, Ayşe Îrmez, Gulsum Atak, Gulîzar Îşlek, Leyla Îşlek, namzetên Şaredariya Şirnexê Şîrîn Kiliç û Leyla Kilinç piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Her wiha Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, lê belê dadgehê bi şertê kontrola edlî Altay berda.
18 JIN HATIN BERDAN
Di vê operasyona navborî de 22 siyasetmedarên jin hatibûn binçavkirin. Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de duh 10 jin hatibûn berdan.
Hat hînbûn ku 4 jinên hîn di binçavan de ne, wê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.