Girtî Ramazan Ozluk û Welat Dûman ên li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah greva birçîbûnê dan destpê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Grevên birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda girakirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin destpê kirin, her ku diçe belav dibin.
Girtiyên siyasî Ramazan Ozluk û Welat Dûman ên li Girtîgeha Hejmar 2 a Tekîrgahê ragihandin ku greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dane destpê kirin.
Ozluk û Dûman bi rêya xizmên xwe peyam şand û gotin; “Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê berxwedana me bidome.”