Pêşengeha bi navê “Ji bo te Efrîn” ku li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibû vekirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
HELEB- Pêşengeha bi navê “Ji bo te Efrîn” ku li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibû vekirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.Beriya niha bi 3 rojan pêşengeha wêneyan ji aliyê hunermendên girêdayî Yekitiya Rewşenbîran ve li Eywana Zeytûn a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibû vekirin. Îro jî bi dehan şêniyên taxê û endamên Saziyan serdana pêşangehê kir.
Di pêşangehê de, 26 tabloyên ku komkujî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên der heqê şêniyên Efrînê de vedibêje, hatin pêşandan. Dihate payîn ku belgefîlma bi navê “Bajarê aştiyê pirs dike” bihata weşandin, lê ji ber pirsgirêkên teknîk hate taloqkirin.
Ji aliyekî din ve jî Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, sibê amadekariyan dike ku fîlm û belgefîlman li ser rewşa kantona Efrînê piştî êrîşên Tirkiyê û fîlmên ku Yekitiya Rewşenbîran bi xwe çêkirine, biweşîne.