Ji 22 jinên ku di encama operasyona navenda Şirnexê de hatin binçavkirin 18 jê serbest hatibûn berdan û 4 jinên ku di bin çavan de mabûn 2 îro hatin berndan û 2 jê dibin çavan de man.
ŞIRNEX – Li Şirnexê berî 3’ê rojan di oprasyonên hem wext ku bi ser malan de hat gitin. 22 jinên ku hatin binçavkirin û di nava wan de namzeda hevşaredartiyê ya Şaredariya Şirnexê Bêrîvan Kutlu jî hebû ,18 jin duh piştî îfadeya wan hat girtin hatibûn berdan. Piştî jinên ku bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 4 Jinên ku man dibin çavan de îro îfadeya wan hat girtin, 2 îro hatin berndan û 2 jê dibin çavan de man.
Jina bi navê Eda Bezencir ku li Çewlikê hat binçavkirin û piştre anîn Şirnexê piştî îfadeya wê hat gitin hat berdan û Helîma Tarak jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Jina bi navê Sebahat Ugur û Weşşan Kulter jî piştî îfadeya wan hat gitin bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hatin kirin.