Meclîsên Ciwanên HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye çalakiyên xwe didomînin. Li Wan, Edene û Stenbol’ê endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê gelek çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye çalakiyên xwe di roja 87’an de didomîne li Wan, Edene û Stenbol’ê endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê gelek çalakî li dar xistin.
Meclîsên Ciwanên HDP ê Wan’ê li navenda sukê de ji avahiyên bilind belavokên rengdar firandin. Li ser belavokan nivîsên “Tecrîd sucê mirovatiye! Vê sucê re hevpar nebe, LEyla Guven 86 roje di greva birçîbûnê de ye! Deng bide berxwedanê” cih girt.
Meclîsên Ciwanên HDP ê Stenbol Esenyurtê bi şiyarê Em dengê Leyla Guven in çalkiya nivîsandinê li dar xistin.
Meclîsên Ciwanên HDP yê Seyhan Edeneyê ji bo Leyla Guven daketin qadan. Ciwanên ku meş li darxistin dirûşmên Bijî berxwedana Zindanan û Leyla Guven rumeta me ye.