Destaya Ciwanên Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê banga li hemû ciwanên Kurd kir ku beşdarî însiyatîfa KNK‘ê bibin û dengê xwe li hemberî dijminan bikin yek.
NAVENDA NÛÇEYAN- Destaya Ciwanên Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê daxuyaniyeke weşand û bang li hemû ciwnan kir ku li hemberî gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê beşdarî însyatîfa KNK‘ê bibin.
Daxuyanî wiha ye;
“Wek hûn dizanin ku Rojavayê Kurdistanê di rewşek nebaş de derbas dibe, gefxwarinên dewleta Tirk a dagirkar li dijî Rojhilatê Firatê berdewam in, her wiha binpêkirina wî û çeteyên girêdayî wî li Efrînê ji girtin, revandin, dizî, talankirin jî bê navber berdewam in. Li aliyekî din jî hema bêje rojane şer û teqîn li nav sivîlan çêdibin û hertim sivîlên Efrînê dibin qurbanî.
Li dijî van kiryarên hovane yekbûna rêza Kurdî li Rojava girîng e ta ku em bikaribin li hemberî hemû vefxwernên dijminan biskinin û bersîva wan bidin
Herî dawî însîyatîfa KNK‘ê hate ragihandin û banga yekîtiya gelê Kurd kir.
Wekî ciwanên Partiya Aştiya Demokrat ya Kurdistanî banga li hemû ciwanên Kurd dikin ku beşdarî însiyatîfa KNK‘ê bibin û dengê xwe li hemberî dijminan bikin yek û nehêlin tu kes fitne û xerabiya li navberî gelê Kurd de derxîne.
Her wiha em binpêkirina dewleta Tirk li Efrînê û Rojava bi tundî şermezar dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina yekîtiya gelê Kurd bi dawî bû.