Viyan Soran di sala 2006’an de li Heftanînê, li dijî komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir, ezma têkoşînê û evîndariya azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan re hişt.
NAVENDA NÛÇEYAN- Viyan Soran, ku bi evîna xwe ya azadiyê di hiş û dilê jinên Kurd de cih girt, di salvegera 13’an a çalakiya xwe de, ku bedena xwe da ber agir, tê bîranîn. Soran keça malbateke ji eşîra Caffê ye, ku ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li Başûrê Kurdistanê ye. Soran li Silêmaniyeyê ji dayik dibe û bi têkoşîna xwe tevlî karwanê nemiran dibe.
NAME JI BO MALBATA XWE NIVÎSÎ Û EVÎNA XWE YA AZADIYÊ NIVÎSÎ
Navê wê li gelek zarokên piştî wê ji dayik bûn hat kirin. Soran di şeva çalakiyê de nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û wiha dibêje:
“Beriya her tiştî ez slavan li dayik, bav, xwişk, bira, xizm û hemû dostan dikim. Hêvîdar im wê her tim baş bin û yek bi yek çavên hemûyan maçî dikim.
Malbata min a xoşewîst,
Nêzî deh sal in, ji ber şert û mercên têkoşînê, her wiha ji ber hinekî aciziya xwe ya ji we, min name ji we re neşand. Mijara tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Serok Apo û PKK’ê, tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya jinê, me bi hev baş nedan fêhmkirin, lewma hin pirsgirêk derketin. Hêvîdar im hûn ê piştî deh salan vê rêyê û vê têkoşîna ku bi hezaran jin û xortên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didinê, fêhm bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn malbateke vê şoreşê ne. Li we nayê ku hûn derî û dilê xwe li hevalan, li nêrîn û armancên bi mîlyonan mirovan bigirin, ku keça we jî dildara van armancan e!
Di nava civakê de cihekî we yê rêzdarî û hêja heye. Hûn ji wan Kurdan e, ku Helebçe, Enfal, qurbanî û welatparêziya li sirgûnê dîtine. Hûn ji wî gelî ne, ku bi felseya ‘şêr şêr e, çi jin e çi mêr e’ têdikoşin e. Lewma nabe ku hûn tevlîbûna jinekê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî û hebûna vîna wê, weke cihê şermê û mijara namûsê bibînin. Girîng e hûn êdî nedin dû aliyên paşverû û kevneperest ên civakê û mikur bên ku jin hebûneke civakî ye. Ji ber ku qebûlkirina jinê weke mirovekê tê wateya erêkirina vîna gel û civakê. Eger bi vî rengî nebe, wê jiyan nîvco bimîne. Êdî dem hatiye hûn jî biryarê bidin. Divê hûn jî xwedî li dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê xwedî derkevin û mîna her Kurdekî bi şeref û namûs bêjin, ’em jî hene û li gorî hêza xwe em ê jî xizmetê bikin’.
‘PIRTÛKÊN SEROK APO BIXWÎNIN’
Dema ez ji we qut bûm 15 salî bûm, niha jî 24 salî me. Rica dikim, hinekî objektîf bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin; ‘Ev keça me çi dike û çima û çawa têdikoşe. Gelo ew jî mîna Awaz, Xalit û hinekî din nikarîbû vegeriya û ji bo xwe bijiya?’ Bila ji niha û pê ve heval karibin bên mala we, bên serdana we. Hûn jî biçin serdana hevalan. Nameyên min bixwînin û li jiyana min û ya hevalên min bipirsin. Timî li ROJ TV temaşe bikin û li Dengê Mezopotamyayê guhdarî bikin. Pirtûkên Serok Apo bixwînin. Hûn ê hingî fêhm bikin bê çima keça we serî li rêyeke bi vî rengî daye û fêhm bikin, bê çima di nava vê jiyanê de me. Ez nabêjim bi vî rengî yan jî wî rengî bikin, tenê dibêjim destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi xwe biryara xwe bidin.
‘EZ ROJEKÊ JÎ LI NÊRÎNA XIYANETÊ NEFIKIRÎM’
Der barê xwe de ez ê tenê tiştekî bêjim. Ev 9 sal in, ez rojekê bi tenê jî li nêrîna xiyanetê û poşmaniyê nefikirîm. Min gelek tişt ji PKK’ê girt û ji ber vê yekê jî serbilind im. Yek ji rastiyên bingehîn ên min jê fêhm kir; hezkirina dê, bav, xwişk, bira û tevahiya mirovahiyê ye. Ez wextekê gelekî ji we aciz bûbûm û min digot, ‘çima min şaş fêhm dikin, çima xwe li derveyî PKK’ê dibînin’. Bi demê re min fêhm kir ku yê sûcdar ne tenê hûn in. Ji ber ku helwesta we, ji pirsgirêka zîhniyetê û siyasî ya sedan salan, ji kevneperestiya sedan salan dihat. Ji ber ku min îmkan çênekir ku bi we re nîqaş bikim, ez jî di vî warî de kêm mam. Ji ber vê yekê lêborîna xwe ji we dixwazim. Dixwazim hûn zanibin, hem weke malbatê hem jî weke mirovên Kurd di dil û mejiyê min de ne. Ji bo afirandina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim. Bersiva min a li keda we ji bo min dane, wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, wê xwedîderketina li wan be û fedakirina xwe be.
‘XWEZÎ JI CANÊ MIN HÊJATIR TIŞTEKÎ DIN HEBÛYA KU MIN BIDA’
Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.
Dil dixwest ji bo we hemûyan gelek tiştan binivîsîne û yek bi yek ji bo we tiştna bêjim. Lê belê ji bo pêkanîna çalakiyê çend saet man e. Ji ber wext kêm e, ji vê zêdetir nikarim binivîsînim. Ji ber ku xwişk û birayên min, mirovên me yên ku divê ji bo wan, bi qasî we û ji we bêhtir tiştan binivîsnim, hene. Herî dawî dixwazim tiştekî bêjim. Eger hûn li ser bingeheke rast ji hev hez dikin, rica dikim ji we ku armanc û rêbaza min rast fêhm bikin û şaş nenirxînin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî di destê min de plana min a şehadetê heye. Wasiyeta min e ku Awaz careke din tevlî nava refên gerîla bibe, rahêje çeka min û li hembêza çiyayên azad veger. Ji ber ku ez gelekî jê hez dikim. Ji ber ku ew hêja ye ku di nava hevrêyên xwe de be. Wekî din li pêşiya keç û xortên din jî nebin asteng ku xwe û siberoja xwe nas bikin û bibin xwedî vîn. Herî dawî silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim, hêvîdar im hûn ê her tim bextewer û serbilind bin.
Bi silav û hurmetên xwe… Keça we Leyla Walî Huseyîn – Viyan Soran 01 Sibat 2006.”