NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Tevgera Komala (Komełey Şorrişgêrrî Zehmetkêşanî Kurdistanî) bi dimenekî silavê xwe ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn şand û diyar kir ku ew ê jî bi coş û hemû heza xwe tevlî 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.
Ciwanên Tevgera Komala banga beşdarbûnê kir û got, “ji bo Kurdistanek, Rojhilata Navînek û civakek sosyalist em bang li ciwanan dikin ku beşdar vê konferansê bibin.”