Nasir Yagiz ê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ji ber rewşa wî ya giran saet derdorî 21:00’an de rakirina Nexweşxaneya Par.
HEWLÊR- Ji ber rewşa giran a endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz ê ev 73 roj bû li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li navenda HDP’ê ya Hewlêr bû rakirina Nexweşaneya Par.
Nasir girêdana serûmê ya dixtoran red kir. Yagiz ê serûm nepejirand tehlîlên wî hate kirin.
Yagiz ê tehlîlên wî bi dawî bû, derbasî Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bû û diyar kir ku wê berxwedana xwe bidomîne.