Meclîsên Ciwanên HDP’ê li ser polîtikayên gef xwarin, rewandin, tacîz û sixûrtiyê daxuyaniyek dan û diyarkirin ku li hember van leyîstokan wê serî netewînin.
STENBOL- Di daxuyaniya ku di tê de li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê re bal dikşand de Meclîsên Ciwanên HDP’ê got ku; li dijî polîtikayên zextên bloka faşîst AKP-MHP’ê wê serî netewînin. Her wiha ciwanan ku wê li dijî astengkirinan tu carî wê gav paşde navêjin.
Daxuyaniya Meclîsê wiha ye:
Em di pêvajoyeke ku têkoşîn û berxwedana me her diçe bilind dibe de derbas dibin. Bi salane tecrîta ku li girava Îmraliyê bi şexsê serokê gelan de tê sepandin gel û hemû civak bi tecrîtê dûçar dimînin. Tecrît êdî hatiye asta nayê qebûl kirin û li hember tecrîtê di pêvajoya dawî de berxwedaneke mezin derkete holê. Têkoşîna ku bi pêşengiya hevala Leyla Guven destpêkir niha li çar parçeyê Kurdistanê heta Ewropayê di serî de girtîgeh li her qadê têkoşîn derkete holê. Dewleta AKP-MHP’ê a faşîst li hember têkoşîna ku mezindibe neçar ma nizanibû wê çi bike serî li lîstikê qirêj da ku berxwedanê bişkîne û tine bike lê serneket.
Em wek meclîsa ciwanê HDP’ê ciwanên ku piştgriyê didin têkoşînê, mezin dikin û pêşengiya berxwedanê dikin in. Dînamîzm û pêşengiya ciwana salane ji bo dewletên faşîst bûye hedef û her dem xwestine ku ciwana hildin bin zordestiyê.
Di vê pêvajoya dawî de bi avakirina meclîsên ciwana vir de dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst lîstikên qirêj zêde kirin e. Endamê meclîsa ciwana direvînin, aciz dikin, tehdît dikin û sixûriya ku qet nayê pejirandin pozber dike. Me pêşdetir jî bi daxuyaniya ev ragihand.
Dewleta AKP-MHP’ê a faşîst bila vê baş zanîbe ku em ciwanê pêşeroj û pêşengê civakê ti zordestiyê qebûl nakin. Em li hember van lîstikê qirêj ku dimeşînin serî natewînin û ti astengê diafirînin nas nakin û paş de gav neavêjin. Em ê têkoşîna xwe heya dawiyê bibin û bêtir mezin bikin.