Medyaya Şerê Taybet çalakiyên DGH’ê yên li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta faşîst ve tê meşandin reşkirina xwe berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Medyaya Şerê Taybet çalakiyên DGH’ê yên li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta faşîst ve tê meşandin bi reşkirina xwe propagandayê reş dike û rastiya çalakiyan serûbino dike.
DGH bi daxuyaniya xwe ya fermî ya 19’ê Çileyê ve eşkere kiribû ku di dîroka 12 Çileyê de li Karabûkê di taxa Yeşîl de mînîbusa kesê bi navê Aydin M. şewitandine. Medyaya havuz ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi îddaya ku vê şewatê kesek ji ber dergistiya xwe re qehiriye şewitandiye şerê taybet kir. Vê ya jî spartibû daxuyaniya Miduriyeta Emniyeta Karabuk’ê.
Tetîkvanên şerê taybet ên dewleta Tirk wek CNN Turk, Milliyet, Sabah, Haberler.com, ÎHA xistin dewreyê û xwestin çalkî birizînin. Bi derketina nûçeyê di hemû ajansan, TV, malper û rojnameyan de derxist holê ku ev nûçe ji destekî ve hatiye weşandin.
Ji aliyê din di nûçeyên medyaya havuzê de ajansê me Nûçe Ciwan qaşo ku nûçeyê derew çêkiriye hedef nîşan da û hewldana reşkirinê meşand.