NAVENDA NÛÇEYAN
Em dixwazin, di nivîsa me ya beşa duyemîn de, Erdogan û AKP, bi “Destûr û Pesna Xwedayê“ çawa dewlet birêvedibin, bigrin dest.
Hin qadên sereke hene ku Îslama Desthilatdar, pê serweriya xwe yê îdeolojîk pêk tîne. Ji van ya yekemîn, Îslama Desthilatdar, jiyana bajarê Mekkeyê ya beriya Îslamê lipaşmayî nîşan dide û di bin navê “nezaniyê“ de çanda êşîrên Ereb hema hema tune dihesibîne ye. Lê belê Quran, têgehên van “Erebên nezan“ bi kar tîne û bi zimanê wan diaxive. Li Quranê, “kesên ku rastiyan înkar dike, nayên rastiyê û parêzkariya ku fikrên nû napêjirînin“ wek “nezan“ û “nezanî“ tên bi nav kirin û Îslama Desthilatdar jî ev heyamê weke “Serdema tariyê ku tu tişt nedihat zanîn û tu tişt nebibûn” pênase kiriye. Ji ber vî yekî jî, hevokên ku bi gotinên “Beriya Îslamê, beriya ol, beriya pêxember“ ve dest pê dikin, di bawermendên Îslamê de tê wateya nebaşiyên her cûre, paşverûtî û tarîtiyê. AKP û Erdogan jî, salên komarê yên beriya wan, bi vî awayî pênase dikin. Û rojane dikin. Gotina Erdogan ya “ nezan in ev nezan in, ji şaristaniya me dûr in“ (li ser CHPê dibêje), têgehên Îslama Desthilatdarê di nava têkoşîna navxweyî ya çînên desthilatdariya Tirk de bikaranîn e. Hevokên Erdogan ku bi gotinên “ beriya me, beriya desthilatdariya AKPê“ ve dest pê dike, yekoyek dişibe feraseta “Serdema Nezaniyê“ yên Misilmanan. Ji ber ku ev gotin, di Tirk, Kurd, Ereb û hemû misilmanan de xîtaba baweriya hevpar dikir, salên ewil Erdogan û AKP, bi nasnameya “ Serekê hemû misilmanan, Partiya Model “ hatibû danasîn.
A duyemîn jî, seranser di nava çînên desthilatdariyê de rewakirina gotinên cih-guherandinê ye. Li vir jî Îslama Desthilatdar, arîstokratên Mekkeyï nebaştirîn nîşan didan. Bi vî awayî jî ji xanedan û malbatên “biçek û bipere“ derbasî serdestiya îdeolojîk a “biçek û bipere“ bûn. Îxtîmalek mezin çîrokên Îslamê, zêdeyî bûyerên ku di nava misilman û mûşrikan de derbasbûnê vedibêje. Bi van çîrokan jî kesên arîstokrat, wek kafir, zalim û nezan hatin nîşandan. Bi vî awayî, îfadeyên “ew, ew kesan, mûşrikan”, di Îslama Desthilatdar de peyvên bibandor û mezin bûn. Erdogan jî, vê feraseta Îslama Desthilatdar, hema di her axaftina xwe de bi kar tîne. Çawa ku Îslama Desthilatdar, îfadeyên “ew, ew kesan, mûşrikan“ bi kar dianî, Erdogan jî îfadeyên wek “Ev, Ev kesan, Ev kesên ku di hişmendiya CHPê de ne, terorîstan, heyranên Rojavayê…“ bi kar tîne. Ji ber vê jî di perçeyekê civakê de Erdogan, pêxember nebe jî wek xelîfe tê dîtin. Bi vî awayî jî di nava girseyan de hinek kes, Erdogan wek sultanek mezin dibînin. Ji ber ku Îslama Desthilatdar, 1400 salan van îfadeyan bi kar aniye û gel jî bi hêsanî baweriya xwe pê tîne, Erdogan bi van îfadeyan encam digre. Serkeftina Erdogan û hevalên wî, ev îfadeyên ku Îslama Desthilatdar bi nîjadperestiyê re kirina yek e. Bi îfadeyên oldar û nîjadperestî, girseyê kaş dikin û dibin desthilatdar.
Dewleta Tirk û serdestên wê, çima hewcehiya van tiştan dibînin em dizanin; ji ber ku Îslam, him nirxa herî erzan e, him jî li Rojhilata Navîn nirxa herî bandorker e. Ev, rewş û nîvengek konjonkturel e. Ji ber ku Erdogan, vê rewşê dixwaze mayînde bike, bi xeter e. Mayîndebûn an jï nebûn, tirs û nakokiya wî ya herî mezin e. Sucên mezin pêk tîne û vê jî bi tîfaqên xwe re dike. Bi vî awayî herkesê mecbûrê xwe dihêle û wisa jî dixwaze xwe mayînde bike. Mijara Surî û Kurdan jî, dibin qada sucên mezin kirinê. Ji ber vê jî Erdogan, difikire ku tenê li ba wî Xwedayê wî heye.
Lewma baweriya xwe bi tu kesî nayê û li meclîsê jî bi sedan leşker û polêsan ve digere. Ji ber ku baweriya wî bi tu kesî nayê, çend hevalên wî yên dilsoz hene, vê jï nizane. Ew jî lewma tim qala Xwedayê dike. Ka em lê binêrin Erdogan, çawa Xwedayê vedibêje; “ Em bi destûr û pesna Xwedayê ve bi rê ketin. Em, ji ber xizmetên ku Xwedê nesîbê me kir, henin. Xwedê heval û alîgirê me ye. Li pey me Xwedê heye. Xwedê, kemînên ku li hemberî me hatine danîn xera kir û wê xera bike jî. Em bi Quranê mezin bûn. Em bi guhdarkirina bangan ve mezin bûn. Em bi alîkariya Xwedê, astengiyên mezin derbas kirin. Em ji Xwedê pê ve ji tu kesî re stû xwar nakin. Heke dolarên we hebe, ya me jî Xwedayê me heye. Em tenê ji roja hesabdayînê ditirsin…..“ Em nikarin hemû îfadeyên Erdogan binivîsînin; ji ber wê jî îfadeyên ku zêdetir tên bikaranîn, nivîsand.
Ji aliyê bawermendekî ola Îslamê ve, bikaranîna gotinên wisa normal e. Lê dîsa jî zêde hişsivik nebin. Ji ber ku li gel axaftinên Erdogan, çapemenî jî 24 seatan vegotin û îfadeyên wisa bi kar tîne û gel aciz dike. Heke em van her du gotinan bikin yek, tabloyek cuda derdikeve holê. Me li jor Erdogan hêza xwe û kirinên xwe çawa dispêre Xwedê, gotibû. Em dikarin ji nişka ve axaftinên wisa ji Erdogan seh bikin. Lê kesên ku Erdogan serek kir, van îfadeyan çawa bi kar tînin gelo? Mijara esas jî li vir e. Pêşniyara min ew e; di mîtîngên Erdogan de, bêyî ku Erdogan derbikeve ser dikê, axaftvanek derdikeve û pesna Erdogan dide. Wî guhdar bikin. Bêguman heman tişt, li ser TViyan jî tên gotin. Lê îfadeyên herî xwerû û propagandatîf di mîtîngan de ne. Çi tên gotin; “ Serekê mezin, Lawê gel, Hogirê gel, Parazvanê xizan û êtîman, Serekê Dadwer, Kesê ku ji we û ji nava we, Neteweyî û binkî, Hêviya ûmmedê, Evîndarê misilmanan….û hwd.“
Niha xwe pihêt bigrin. Dizanim ku heya niha kesek, vî tiştî nefikiriye. Û dizanim zora hin kesan jî wê here. Lê ez jî ji we tiştekî dixwazim. Destên xwe bidin ser wîjdanên xwe û wisa bixwînin û wisa jî bîryarên xwe bidin.
Îfadeyên ku ji bo pênasekirina sikûmên Xwedê dihatin kirin, niha jî ji bo Erdogan tên bikaranîn. Dewsa Xwedayê mezin, ma Erdoganê mezin nabêjin? Dewsa Xwedayê ku kemînan xera dikir, niha jî Serekê ku kemînan xera dike, nabêjin? Çawa ku Erdogan Xwedayê bi kar tîne, heman awayî mekanîzmaya dewletê jï Erdoganê bi kar tîne. Û van îfadeyan, ji bo mirovek jirêzê, hest û ramanek çawa biafirîne, vê jî bifikirin.
Bêyî ku em bifikirin dikarin bêjin ku, di dewletên Îslamî de dîktator, wek Xwedê tên nîşandan. Mînak; Saddam. Saddam, ji kesên ku wî fîşal dikirin hez nedikir. Lê Erdogan berevajî wî ye. Her ku tê fişalkirinê, xwe jî wisa hîs dike. Ji ber vê jî xwe tevî her tiştên civakê û dewletê dike. Erdogan, her ku diçe xwe hê hêztir hîs dike. Ji ber ku berjewendiyên ku kesayeta Erdogan ava kir, vî tiştî hewce dibînin. Erdogan bi gotinên “gelê min, Partiya min, hikûmeta min, leşkerên min, polêsên min û hwd.“ re dihizire ku her tişt mal ü milkên wî ne. Lê li gor Îslamê, Xwedê, xwediyê her tiştan e.
Niha, çima Erdogan ji her kes û saziyan re dibêje “ ya min e“ û çima di serî de kardêrên medyayê ku Erdogan ew dewlemend kirin, bi fişalkirinê ve dibêjin “mezin…“ hat fêhmkirin? Û dîsa Erdoganê ku di her fersendê de digot “ Ez ji roja hesabdayînê ditirsim“, çima zilmên her cûreyê li ser Kurdan pêk tîne hat fêhmkirin? Ma hûn qet fikirîn, zilamekî wisa ji hemwelatiyek jirêzê re çawa dinêre? Dem bi dem we li ser ekranên TViyan nedîtin, çawa li mirovan dinêre?
Ez dixwazim vê jï diyar bikim û biqedînim; Hin deverên gelê Tirk, bi van rêbazên şerê teybet ve bûne çavkor, guhker, zimanlal û dilkevir.
Mehmet Goren
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye wergerandin