Li Şirnexê, 4 siyasetmedarên jin ên di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
ŞIRNEX – Li Şirnexê, di 29’ê Çileyê de bi awayekî hevwext polîsan avêtibû ser gelek malan û 22 siyasetmedarên jin binçavkiribûn. Ji jinên di bin çavan de man Eda Balzencir, Halime Tarak, Sebahat Ugur û Veyşan Kulter jî îro sewqî edliyeyê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Duh û duh na pêr Hevseroka DBP’a Bajêr Ayşe Altay, Hevseroka DBP’a Navçeya Navendî Nûriye Bîlîr û Namzeta Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 18 jinên hatibûn binçavkirin hatibûn berdan.