Li Viyana endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê meşek li darxistin. Di meşê de 2 ciwanê Kurd biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dan û destpê greva xwe kirin.
VİYANA- Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Kurdistanî Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dan destpê kirin.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’ û ‘Leyla Guven rumeta me ye’ hate berz kirin. Kurdistaniyên bi navê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin.
Ciwanên Kurd ragihandin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.