Çavkaniyeke diyar kir ku dewleta Tirk ji îstixbarata PDK ên Parastin yê ku Mesrûr Barzanî bi rê ve dibe di 30 Çileyê 2019’an de xwest ku 500 çalakvanên û welatiyên Kurd ên ku li Şeladizê rabûn serhildanê û amûr û çekên dewleta Tirk a dagirker şewitand radestê Tirkiye bike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çavkaniyeke diyar kir ku dewleta Tirk ji îstixbarata PDK ên Parastin yê ku Mesrûr Barzanî bi rê ve dibe di 30 Çileyê 2019’an de xwest ku 500 çalakvanên û welatiyên Kurd ên ku li Şeladizê rabûn serhildanê û amûr û çekên dewleta Tirk a dagirker şewitand radestê Tirkiye bike.
Her wiha çavkanî got ku kesên ku Tirkiye ji îstixbaratê “Parastin” xwest ku hejmara wan zêdetirî 500 kes hîn istixbarat li wan digere û istixbarata tirkiye jî lêgerîna xwe dike û hinek ji wan hatine girtin radestê wan bike.
Çavkanî wiha berdewam kir “Tirkiye gef li îstixbarata parastin xwariye ku ger ew çalakvanan radest nekin ji bo ku li Tirkiye bên dadgeh kirin ewê rêbazeke cûda bi kar bînin û ewê bombebaran li ser herêmê zêdetir bikin.
Te zanîn ku herêma Şeladizê ya girêdaye Duhokê berî çend rojan di 26’ê Çileyê de xwepêşandanan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarandina wê li ser herêmê û bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn ve hatibûn li darxistin. Û xwepêşandêr berê xwe dan baregeha dagirkeriya Tirk li herêmê û baregeh bi temamî tev çekên wî û wasîteyên wî ve şewitandin.