Meclîsên Ciwanan ên HDP ê Buca avabûna xwe îlan kir. Ciwanên HDP’ê li ser xwesteka Leyla Guven sekînin û gotin xwesteka Leyla Guven di heman demê de xwesteka me ye.
ÎZMÎR- Meclîsên Ciwanên HDP ê Buca’yê bi civîneke çapemeniyê avabûna xwe îlan kirin. Helîn Kiliç a ku li ser Meclîsên Ciwanan axîvî û got; “Em di demeke ku zext û qirkirinên siyasî di asta herî jor de ye avabûna xwe îlan dikin. Em didin xuyakirin ku heya dawî em ê piştgiriya xwe ji çalakvanên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiya wî kir berdewam bikin. Tenê daxwaziyeke me heye ew ji rakirina tecrîdê ye.”
Her wiha Helîn anî ziman ku; “Em hêviyên ku ji ciwanan tê kirin vala dernexin. Me bi ciwantî destpêkir em ê bi ciwantî serbikevin”.