Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de bi biryardarî dewam dike. Çalakgerên ku di navbera Şengal û Rojava de kon vedane diyar kirin ku heya encam negirin wê dest ji çalakiya xwe bernedin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya Nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de di roja 10’an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakgerên ku di navbera Şengal û Rojava de kon vedane û daxwaza vekirina korîdorê ji rayedarên Iraqê dikin, diyar kirin ku heya Iraq daxwazên wan pêk neyêne ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Di 31’ê Çileyê de mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê jî bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandibû ku artêşa Iraqê rê nade ew dîlên ku ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, derbasê Şengalê bibin û bang li hikûmeta Iraqê kiribû ku korîdorê vekin.
15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund yên gelên Şengalê hikûmet neçar ma bû ku bi awayeke fermî veke û soz dabûn Şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekî şûnde careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan de hate girtin. Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin ji 24’ê Çileyê ve çalakiya kon vedanê li ber korîdorê destpêkiriye.
Gelê herêmê nikarin pêwîstiyên xwe bi rêya deriyê di navbera Şengal û Dihokê de dabîn bikin. Ji ber asayîşa PDK’ê destûr nade ti tiştek derbasê Şengalê bibe û ambargoyeke aborî li ser herêmê daniye. Ji ber vê jî gel daxwaza vekirina korîdorê dikin û dibêjin divê korîdorê weke deriyeke fermî qebûl bike. Ji ber fermanê jî gelek Êzidî koçê Dêrika Rojavayê Kurdistanê kirine û di kampan de dimînin. Eger derî venebe peywendiyên di navbera Êzîdiyên Şengal û Rojava de qut dibin.