Bîranîna Şehîd Şîyar Gabar ê ku bi eslê xwe ji Hamburgê ye dê 3’ê Sibatê roja yekşemê li bajarê ku lê jidayîk bûye, Hamburgê, pêk bê. Piştî meşeka ku dê di demjimêr 12:00’an da ji Altona Bahnhofê dest pê bike, bi lidarxistina çalakîyeka li mûzeya tîma fûtbolê St. Pauli ya ku Şîyar Gabar jî alîgirê wê bû, bibîranîn dê pêk bê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gerîlayê HPGê yê Alman Şîyar Gabar (Jakob Reiemer) di lêkdana bi artêşa tirk a dagirker ya 9’ê Tîrmeha 2018an da li Çarçella şehîd ketibû. Bîranîna Şehîd Şîyar Gabar ê ku bi eslê xwe ji Hamburgê ye dê 3’ê Sibatê roja yekşemê li bajarê ku lê jidayîk bûye, Hamburgê, pêk bê. Piştî meşeka ku dê di demjimêr 12:00’an da ji Altona Bahnhofê dest pê bike, bi lidarxistina çalakîyeka li mûzeya tîma fûtbolê St. Pauli ya ku Şîyar Gabar jî alîgirê wê bû, bibîranîn dê pêk bê.
Ciwanên Hamburgê bi peyameka bidîmen a ku belav kirin, ji bo bibîranîna ku dê di roja Yekşema 3ê Sibatê da pêk bê, bangewazî li hemî welatperwer û ciwanan kirin.