NAVENDA NÛÇEYAN
Ger em ji asîmîlasyonê re tenê di milê zimanê de nêz bibin wê gelek şaş bibe. Gelek kes henin ku zimanê Kurdî pir xweş bikartînin lê, ji exlaq, çand û taybetiyên xwe yên civakê pir dûr in. Dîsa mirov nikare bêje ku tenê bi parastina ziman li dijî şerê taybet û asîmîlasyonê helwestek rast nişan bidî. Di vê milê de dewleta Tirk jî polîtikayek zirav dimeşîn e. Bi gotina “hûn dikarin zimanê xwe biaxivin, me ji bo Kurdan qanalên Kurdî vekir, di dibistanan de hûn dikarin zimana Kurdî wek waneyê hilbijêrin” hwd. Ciwanan di li dijî asîmîlasyonê têkoşînê de pasîfîze dikin. Ji ber vê jî pêwîste mirov ji asîmilasyonê re tenê di milê ziman de nêz nebe.
Ziman demê ku bi giştî taybetiyên nasnameyê re bibe yek wê demê bigihêje heqîqetê. Ciwanek ku nikaribe di derheqa jiyana xwe de biryaran bigire, ciwanê ku nikaribe li dijî zilm û zextên li ser civakê xwe derkeve, bi kurtasî ciwanê ku nikaribe azadiya xwe biparêze bikaranîna zimanê tu feydeya wî wê nebe. Niha gelek taybetmendiyên Gelê Kurd di bin lingan de ye, lê li dijî wî hersa ciwanan di çi astê de ye. Ciwan çiqas dikarin li dijî tunekirina hebûna netewiya xwe derkevin. Ax, av, jiyan, aborî, çand û pêşeroj hemû bi hev û du re girêdayi ne. Ciwanên Kurd çiqas van nirxên xwe re xwedî derdikevin. Minakeke herî balkêş ger mirov bide li Başûrê Kurdistan’ê tê jiyîn. Ciwanên Başûrê Kurdistan’ê bi zimanê xwe diaxifin, dinivîsin, dixwînin û dihizirin. Lê ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber ku di welatê xwe de di bin polîtikayên Kapîtalîzm û dewleta Tirk dijîn her tim bi jiyaneke qirêj û nayê lêpirsin kirin re rû bi rû ne. Him li Başûrê Kurdistan’ê him jî li Rojhilata Kurdistanê tenê bi rêya ziman bikaranînê dixwazin ciwanan bêdeng bikin. Gelek ciwan ji ber rewşa aborî ya xirab yan bi xizantî, bêkarî re rû bi rû dimînin an jî welatê xwe terk dikin û ber bi Ewrûpa ve rê digrin. Di van parçeyan de destkeftiyên ziman pir girîngin, lê ya herî girîng di van deran de feraset û lêgerîna mirovê azad, civakê azad avakirin e. Heman xeterî ji bo Şorerşa Rojava jî derbasdar e. Rast e şoreşek pêkhatiye, lê di nav vê şoreşê de kapîtalîzma ku xwe bi amurên cur bi cur dixwaze xwe bike gerdûnî dixwaze ciwanên Kurd bixe bandorê xwe. Ji xwe em serdemekê teknîkê de dijîn. Ev jî bi xwe re hinek xeteriyan tîne. Li ser medyaya civakî û teknîkên din jiyana Ewrûpa sempatik tê nişandan. Tê xwestin ku ciwan berê xwe bidin Ewrûpa û di nav jiyaneke dejenere de xwe wunda bikin. Ev jî di bin navê azadiyê de tê kirin.
Ji xwe li Bakurê Kurdistan’ê li ser ciwanan pir cure polîtikayên asîmîlasyonê tê meşandin. Di van demên dawî de polîtikayeke nû jî xistine meriyetê. Ev jî bi şêwazeke cuda tê meşandin. Ciwanên ku ji ber sedemên polîtîk ceza xwarine an jî ji ber şer û rewşên aboriyê zehmetiya di welat de jiyînê dikşînin, berê wan didin Ewrûpa. Ciwanên ku tenê ji wan re Ewrûpa rêya çareseriyê tê dîtin ne tenê ziman de di heman demê de di milê ruhê netewî de jî tên asîmîlekirin. Em çiqas bêjin “ez ruhê netewî li ku derê bibim jî di nav xwe de wê biparêzim” jî ji welat em çiqas dûr bikevin ji vê ruhê jî em dûr dikevin. Êş û janeke giran e, lê rastiyeke. Ji bo ciwan berê xwe nedin çiyayên azad an jî qadên şoreşê bere ciwanan didin Ewrûpa. Wekî ku tu rêyekî nema ye û xilasî li derketina Ewrûpayê’yê didin nîşandan. Di demekî ku evqas derfetên Kurdan, ciwanên Kurdan heye derketina Ewrûpa wê şaşitiyek bibe. Li dijî zext û zilmê dewleta Tirk a li ser ciwanan bersiva herî mezin li axa xwe mayin e. Ji bo vê vebijîrkên ciwanan jî heye. Him rêyên çiyayên azad him jî xaka Rojava ji bo vê guncav e. Ciwaneke ku bibêje ez nikarim şer bikim jî dikare were ji bo gelê xwe xebat bike. Dikare were li dijî asîmilasyonê di her milê de têbikoşe.
Ciwanên ku dixwazin derkevin Ewrûpa ew mirinên koçberiyê pêwîste bifikrin, Ew nêrînên çewt ên Ewrûpayi’yan li ser mirovên Rojhilata Navîn bifikrin. Ev rojên ku li ber deriyên kampên pênabertî, îşkenceyên li ber deriyên Saziyên Pejirandina Pênaberan derbas bikin bîr nekin. Ev bûyerên ku wê bijîn hemû yek bi yek ji ruhê netewiyê kêm bike. Derbasiya Ewrûpa bûn, ne xilasiyeke bi serê xwe destpêkek jiyaneke bi mirinê re her roj rû bi rû bimîne ye. Bi hezaran Euroyan, bi rêyên zehmet, bi rojên îşkenceyê wê derbasî Ewrûpa bibin lê wê tu carî şad nebin. Pêwîste ciwanên Kurd van tiştan bifikrin û li dijî zordariyê, li dijî asîmîlasyon û şerê taybetê xilasiya xwe ne li Ewrûpa di axa xwe de mayinê de bibînin. Berê her tiştê ji xwe re bipirsin gelo li hember xeteriyên dejenerekirina Ewrûpa ez çiqas ji xwe bawerim ku ji welatê xwe dûr bimînim.
HAMZA MUNZUR