Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan
Qirkirin di milê fîzîkî û çandî de heye. Jixwe li kêleka vê li gorî rewşa civakê ya heyî, di netew-dewlet û siyasetê de ku pêşdikeve qirkirina siyasî, heta ya aborî û civakî pêk tê. Mînak, dema nahêlin ku sazî avabibe ev tê wateya ku qirkirina çandî tê meşandin. Ji ber ku Rêber APO çandê wiha terîf dike: di milê madî û manewî de hemû nirx û saziyên civakî. Li ser vî esasî eger li hemberî wan hewldana heyî bi armanca tinekirinê be, ew di nav çarçoveya qirkirinê de misoger cihê xwe digire. Armanca yekem tinekirina hebûna gelekê, nasnameya gelekê ye.
Nasname çi ye? Tiştê ku vî gelî îfade dike, dibe ziman be, dibe çand be, dibe huner be, dibe rêbaz û şêwazê jiyana wan be. Her tişta wan ku di dirêjiya dîrokê de hatiye afrandin û tiştên ku pê re dijîn û li çanda wan de cih digre ye. Dibe ku ew li hebûn û nasnameya wan de cihê xwe bigre. Mînak, dema em li kêleka çend kesan derbas dibin yekemîn tişta ku em bi wan dihesin deng û rengê wan kesan e. Destpêk bi cil û bergên wan em dibînin ku ew kî ne, ew ji kîjan gelê ne. Eger cil wek hev bin, bi deng û axaftina wan em dizanin ew kî ne. Carna li gel ku ziman hatiye homojen kirin jî ji ber devokên wan mirov pê dizane ku ew kes ne Tirk e, Kurd e, ne Kurd e yan jî Fars e. Ji ber ku zarawa û devok diyar e. Ew faktorekî girîng e. Ew tişta ku xurt e, zêdetir tê esas girtin. Tişta ku hebûnê zêdetir diparêze zûtir ji bo qirkirin tê hedef girtin. Eger ziman, reng, deng ango çand ew qas bi bandor e, ji bo îfadekirina hebûnê ye û wê gavê jî bi qasî vê qirkirin tê meşandin.
Di dirêjahiya dîrokê de şêwaz û rêbaz hatiye guhertin. Berê qirkirina fîzîkî zehf li pêş û bi bandor bû. Niha berxwedana gelan heye, piştî çend şerên mezin ên cîhanî şêwaz û rêbaza şerê sar û nerm pêşketiye. Niha bi şerê sar, psikolojîk a nerm, ku her tim bi navekî cuda tê binavkirin, qirkirin tê meşandin. Li ser vî esasî hemû qirkirin bi yek armancê pêk tên. Ji bo gelek bê qirkirin, bê nasname bê hiştin an jî ji hebûna xwe bê qutkirin û li dewsa vê hebûnekî koledar danîn, weke armancekî bingehîn hatiye destnîşankirin. Ji bo ku teslîm girtin gengaz bibe tê kirin. Wisa îstîsmar û metîngerî pêkan dibe. Di heman demê de hemû welatê vî gelî, hebûn û nirxê wî ji bo xwe bikaranîn gengaz dibe. Wê demê qirkirin ji bo desthilatan hatiye afirandin û ew bi netew-dewletê ve pir xurt pêşketiye. Rêber APO milê vê ya qirkirina çandî dinirxîne. Heta tê gotin ku di dema împaratoriyan de jî bi qasî dema netew-dewletan qirkirin nebûye. Netew-dewlet qirkirinekî hîn kûr dide meşandin. Di împaratoriyê de netewên din bi navê xwe cih girtine. Dibe ku di astekî qirkirinê de di bin koletiya gelê dîtir de bû, lê weke gel heya astekî her hebûn. Lê belê di netew-dewletê de qirkirin hîn kûr bûye. Di vir de armancek pêş tê dîtin. Ji bo hemû gelan hat xwestin an nasnameya wan tine bikin an jî mabest ji vê yekê ew bûye ku: teslîm bigre, bê vîn û hebûn bike, hebûnekî nû ya koledar bide avakirin. Ew jixwe weke rêbaz tevkujî ye, asîmîlasyon e, şerê psikolojîk e, şerê taybet e. Tê de hemû şêwazên şer hene.
Mînak, şerê aborî weke ya niha li Rojava ye. Qirkirina aborî heye. Dixwazin milê aborî tengav bikin ji bo ku bikarin teslîm bigrin. Xala ku bala min dikşîne ew e ku ew aliyê ku em tê de bihêz in tê hedef girtin. Ji bo vê pêwîst e mirov hêza xwe bizane. Ka di kîjan alî de hêza gel heye? Gel bi kîjan şêwazan tê qirkirin? Ji ber vê sedemê Rêber APO dixwaze bi me bide fêmkirin ku qirkirina herî xirab û xeter qirkirina çandî ye. Her tim hatiye hêvîkirin ku bi qirkirina fîzîkî gelê Kurd tasfîye bibe, lê ew serneket. Niha qirkirinek zîhnî ku em dikarin wekî bio-îqtîdar binav bikin di feraseta me de ava bûye. Ew heqîqetekî tal e, lê heqîqet e. Mînak, li ser çiyayên Kurdistanê di bin erdê de jî em nikarin bizivirin tiştekî herî esasî û girîng ku destpêke ji me hatiye standin: Ziman. Her çi qas mijar ne tenê ziman e, bi zîhniyetê ve girêdayî be jî. Lê hêza me hê jî têrê nake ku em zimanê xwe biparêzin. Mînak, em dibêjin bila dibistana Tirkan nebe û zarok divê neçin, lê di heman demê de em nivîsên xwe bi Tirkî dinivîsin. Ew çawa dibe, em zarokan çawa didin xwendin? Ev heqîqetek e. Heqîqetek e tal e. Em pêşeng in, pêwîst e em xwe jî binirxînin. Em dixwazin xizmeta civakê bikin. Pêwîst e em xizmeta hemû gelan bikin û divê em hemû zimanan jî bizanin. Pêwîst e em Farsî û Erebî jî bizanin û çanda wan nasbikin, lê weke wan, bi rastiya wan. Ne weke Tirkê spî. Jixwe ew jî xirabtir hatine tinekirin. Tirk jî têne tinekirin. Zanist tine ye. Zanist hatiye tinekirin. Bandorên wê cehaletê hene. Ji ber vê faşizm xizmeta gelê Tirk, gelê Fars an jî ti gelekê nake. Ji ber gel tê tinekirin. Divê ev heqîqet bê dîtin. Li hemberî vê pêwîst e têkoşînek were meşandin.
Di çarçoveya qirkirinê de komkujî cihê xwe digire. Bi zor koçbertî ferz kirin jî di nav de ye. Ew gel fêrî jiyana azad a bi xwezayê re bûye. Cihekî ku gel jiyana azad û xwezayî hînbûye, niha hêzên dewletê tên û her kesê bi bajaran ve girê didin. Ev di serî de qirkirinek e ku jiyana mirovan ji xwe re dike armanc. Pê re qirkirina çand, ziman û hwd. jî pêşdikeve. Dema ew gel ji xwezaya xwe were derxistin gava yekemîn a qirkirinê destpê dike. Tê wateya ku ew jî têkoşîna li hemberî qirkirinê pêwîst dibîne: Niştecihkirina mirovên koçber an jî bi zor koçber kirin. Bi vî awayî ji xweza û jiyaneke ku fêrbûye derxistin, weke armanca sereke tê destnîşankirin.
Merhaleyeke din a ku pir girîng e mijara êrîşa çandî ye. Dema ku ew Kurdên xayîn bi zimanê Kurdî derdikevin û dibêjin em Kurdî dizanin û em jî Kurd in, ev yek rasterast li dijî Kurdê azad êrîşek e û ev li dijî me dizivire û em pê lewaz dibin. Eger ew lewaztiya me nebûya, wan xayînan nedikarîn vê yekê bikarbînin . Wê çaxê em bi Kurdî bibêjin tu Kurdekî ku te xwe firotiye, em ji wan re bêjin hûn kurên xayîn in. We welat firot. Em bibêjin hûn di bin xizmeta dijmin de Kurdî diaxivin. Em dibêjin ew jina Kurd a ku di TRT-6ê kar dike ji bo dijmin xizmet dike û ji bo tinekirina çanda Kurdî bi rengekî Kurdî tê bikaranîn. Tê gotin ku kêr bi destika xwe nikare xwe jêke, kêrekî dîtir pêwîst e ji bo jêkirinê. Ji bo vê eger kurmê darê ji cinsê xwe nebe hezar sal ew dar narize. Ji bo vê dixwazin bi cinsê me Kurdan tine bikin. Ew derdor jî rolekî wisa dilîzin. Pêwîst e em li hemberî wan têbikoşin.
Ev tenê, bi naskirin û jiyîna çanda xwe bi her awayî û li her qadê dikare pêkan bibe ku ew Kurdên xayîn jî nekaribin xwe bi ser Kurdîtiyê ve bidin jiyankirin. Bi her alî ve, ji ziman bigre heya uslubê danûstandina çanda Kurd. Di Kurdan de germahiya jiyanê heye. Mînak, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Farsan, Ereb û Aceman ve Kurd weke mirovên egîd têne naskirin. Kurd gelek e, wêrek in, xwîngerm in, bi çand in, zindî ne, mêvanperwer in û ji her kesî hez dikin. Eger ew taybetmendî di me de mirî be, mînak, dema mirovek piştî 10 roj çû û disa hev bibîne û silav nede ciranê xwe, vê yekê em dikarin bêjin, ji Kurdbûyîn û rastiya Kurdînî dûrketinek e. Ev, ber bi qirkirinê ve çûyîn e. Ev heqîqetek e. Ev ne xaleke pîçûk e; gelekî girîng e. Eger di jiyanê de rihê me nebe, halê axaftinê nebe, eger em weke robotan tenê ber xêrakarê(komputer) rûnin, coş û kelecana jiyanê nebe, bi taybet jî eger coşa şoreşgerekê nebe, ev tevkujiyekî hindirîn e. Çanda Kurdan zindîbûn û zindîmayîn e. Soreşgertî bixwe zindîbûn e. Eger her du jî nebin, tê wê wateyê ku, em hem ji şoreşgertî, hem jî ji Kurdbûnê derketî ne. Derdê me dibe derdê ser derdan. Ji ber vê jî ev mijar hizrandin, lêhûrbûn û pê re jî çalakiyan dixwaze.