Ji bo piştevaniya Guven û girtiyan di sê cihan de ciwanan çalakî li dar xistin.
CÎZÎR/STENBOL-Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 87’emîn de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan jî di roja 49’emîn de didome
. Bi boneya piştevaniya Guven û girtiyan li taxên Yafes û Cûdî li ser dîwaran nivîsên têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin nivîsandin.
Di çalakî de nivîsên “Ji bo me qiriya”, “Deng bide Leyla yê”, “Leyla Guven em bi te re ne” hate nivîsandin.
Meclîsên Ciwanan ên Esenyurt Stenbol’ê jî ji bo piştevaniya Guven û girtiyan derketin derve û banga çalakiyan kirin.
Meclîsên Ciwanan ên HDP Bahçelîevlerê ji bo gitiyên azadiyê yên di greva birçîbûnê de ye çalakiya panqartê hate li dar xistin.