Bi dirûşma “Em ji bo ked, aştî û edaletê li hev dicivin” pêk tê û wê peyama “Tarîtiya tecrîdê wê ji holê bê rakirin! Meşaleya azadiyê wê bê vêxistin! Bi berxwedana şoreşê re wê gel bi ser bikevin!” li Stenbolê mîtîngek tê li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina HDP’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bide Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê li dar dixe. Mîtîng bi dirûşma “Em ji bo ked, aştî û edaletê li hev dicivin” pêk tê û wê peyama “Tarîtiya tecrîdê wê ji holê bê rakirin! Meşaleya azadiyê wê bê vêxistin! Bi berxwedana şoreşê re wê gel bi ser bikevin!” bê dayin.
Kolana Încîrlî ya li ser rêya qada mîtîngê ye ji aliyê polîsan ve bi bendan hatiye girtin. Li serê her kolanê TOMA û wesayitên zirxî hene, her wiha polîs bi hespan li nava kolanan digerin. Welatiyên ku berê xwe dan Bakirkoyê ji bendên kontrolê yê polîsan derbas bûn. Welatiyên gihaştin qadê dirûşman diqîrin. Welatiyên di rê de jî ji sê bendên kontrolê derbas dibin.
Gel bi wesayitên ji ber avahiyên HDP’ê yên navçeyan radibin, berê xwe didin qada mîtîngê. Li qadê platformeke mezin hatiye avakirin û pankarta bi nivîsa “Leyla Guven mafdar e, tecrîd divê bi dawî bibe” hatiye daliqandin.