ALMANYA- Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi pêşengiya jinên ciwan Kurdistaniyan tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xistin.Girseya gel piştî meşê xwe gihand ber mizgefta navendî ya DÎTÎP’ê û rewşeke aloz ji bo demeke kin rû da. Piştre mîtîng hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.