Artêşa Kolombiyayê, li dijî gerîlayên mixalîf ên FARC’ê ku tevlî peymana aştiyê nebûn, operasyon li dar xist. Yek jê fermandar 10 gerîla hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî daxuyaniya Werzareta Parastinê ya Kolombiyayê, Rodigo Cadete yê 40 salên xwe di nav têkoşîna gerîla de derbas kirî, di operasyonê de ku hêzên taybet û polîsan herêma Caqueta ya başûrê welêt pêk anî, hatiye kuştin.
Wezîrê Parastinê Guillermo Botero diyar kir ku 9 gerîla jî hatine kuştin û çend heb jî bi birîndarî ketine dest û li herêmê şer didome.
200 endamên polîs û artêşê yên hêzên taybet tevlî vê operasyonê bûne ku li bejahiyê didome.
Rodrigo Cadete, tevlî hevdîtin û muzakereyên ku ji sala 2012’an heta 2016’an li Kubayê dewam kirî, bibû. Tê gotin ku kesê di payeya duyemîn ê ji FARC’ê veqetiyayî ye. Sala 2017’an ji FARC’ê veqetiyabû û tevlî koma mixalîf bibû.
Di hevdîtinên aştiyê de nêzî 7 hezar gerîla çek danîbû. Lê belê nêzî 1.700 gerîla jî, ev peyman red kiribûn û gotibûn ku wê têkoşîna xwe bidomînin. Tê diyarkirin ku ev komên ne xwedî fermandariyeke hevbeş in, li bejahiyên asê yên Kolombiyayê xebatên xwe dimeşînin.