Di mîtînga Stenbol’ê de ciwan bi panqartên xwe daketin qadê.
STENBOL- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo deng bidin grevên birçîbûnê li Stenbol’ê bi peyama “Berxwedana şoreşê re wê gel bi ser bikevin!” mîtîngek tê li darxistin. Di vê mîtîngê de ciwan bi panqartên xwe daketin qadê.
Ciwanên ku ji bajarên cuda cuda hatin qada mîtîngê bi diruşm û panqartên “Me bi ciwantî destpêkir, em ê bi ciwantî serbikevin”, “Bi Rihê Ciwantî Tecrîdê Bişkîne”, “Jiyana Azan bi Jina Azad re gengaz e” û “Tecrîdê Bişkîne Faşîzmê Biruxîne” ve daketin qadê.