Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 88 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, bi rêya weşana zindî beşdarî mîtîngê bû û got: “Ez we bi ruhê zindana Amedê silav dikim.”
STENBOL -Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 88’an de berdewam dike. Guven bi rêya weşana zindî ya Skyp’ê ji Amedê beşdarî mîtînga Stenbolê bû û beşdarên mîtingê silav kir.
Guven ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê pir kin axivî tengê beşdarên mîtingê silav kir û wiha got: “Ez we hemûyan bi ruhê berxwedana Zindana Amedê silav dikim. Gelek baş e hûn hene. Bijî biratiya gelan. ”