Çalakiya greva birçîbunê ya ku li Xanesorê dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan destpêkirî, li navenda Şengalê di roja 28’emîn de berdewam dike. Çalakvanan diyarkirin ku ewê li dijî dagirker û dijminan têkoşînê bilind bikin. Her wiha gotin ku roj roja têkoş bilind kirinê ye, ji bo vê pêwîste hemû ciwan rabin ser piyan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya li Xanesorê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 6’ê Çile de hatî destpêkirin di roja 28’an de li navenda Şengalê berdewam dike.
Çalakî ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yektiya Jinên Ciwanên Êzidî ve hate dewir girtin. Ciwanan piştî dewir girtinê daxuyaniyek dan û gotin: “Em kêlî bi kêlî rojên dîrokî jiyan dikin, pêvajo ji me ciwana daxwaz dike ku em erkê xwe pêkbînin”. Îro me ji Xanesorê çalakî veguhest navenda Şengalê. Em weke ciwan soz didin emê hemu qadan bikin cihê çalakiyan, em ê li dijî dagirker û faşîstan têkoşînê bilind bikin.” Her wiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.
Ciwanên Şengalê di çalakiyên xwe de bi israrin û dibêjin heya ku tecrîd neyê şkandin wê çalakiya xwe berdewam bikin.