Li paytexta Yewnanîstan Atîna’yê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bikin û piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven bi şiyara ”Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê biruxîne, Kurdistan azad bike” ve meşekî hate li dar xistin.
ATÎNA-Meş di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komên Çepgir ên Tirkiye û Komên Anarşist ên Yewnan ve pêk hat. Çalakî ji Zanigeha Polîteknîkê destpê kir. Gelek ciwan û gel bi alên PKK û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve tev li çalakî bûn. Girse di çalakiyê de çalakiya Leyla Guven silav kirin û dirûşmên “Leyla Guven Rumeta me ye”, Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Piştgiriya Şoreşgerî” berz kirin.
Her wiha di çalakiyê de belavokên agahiyê belav kirin û banga xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Meş li ber Konsulxaneya Tirkiye dawî bû .Di vir de li ser navê Navenda Çanda Kurdistan’ê axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin; “Heya tecrîd were şikandin em ê berxwe bidin. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku berê ku mirin çêbibe, vê tecrîdê re dawî bidin.”
Piştê axaftinê li ser Yekitiya Çalakiyê ya Yewnanîstan’ê daxuyaniyek hate dayîn û hat daxuyankirin ku ji bo şikandina tecrîdê bi hemû Tevgerên Çepgir, Anarşîst ve wê di nav çalakiyan de bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de bi dirûşman çalakî dawî kirin.