Girseya ku Parlamenterên HDP’ê jî di nav de tevî astengiya Eskerên dewleta Tirk a dagirker jî li ber mala Leyla Guven kom bûn û piştgiriyê dan Guven.
AMED – Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 88 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Piştevaniya ji bo Guven û girtiyên din didome.
Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Kemal Pekoz, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin Guven li ber mala wê ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê kom bûn. polêsên komê dorpêç kir. Tevî hemû astengiya polîsan jî li ber malê kom bûn û Leyla Guven derket şaneşîna mala xwe û komê silav kir.
Polîsan bi mudaxelekirinê gefan li komê xwar. Tevî vê yekê jî komê silogana“Leyla Guven rûmeta me ye” gotin û bi lêdana çepikan piştevaniya xwe dan nîşandan. Di vê navberê de welatiyên derdorê jî bi çalakiya deng derxistinê piştgirî dan Leyla Guven.