Şerker: ” Divê berxwedana greva birçîbûnê êdî bi 15’ê sibatê ve bêtir bi hêz, bêtir asteke bilind e bilindtir be. Li ser vê esasê li vir peywira herî zêde jî ya ciwanê Kurdistanê, Apocî, şoreşger û welatparêz e. Di vê hêlê de hêmû nirxandinê hatine kirin de divê ciwan xwe berpirsiyar bibînin û xwe diyarkerê vê pêvajoyê bibînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker û endamê koordînasyona Komalên Jînên Ciwan Ronahî Ararat beşdarî bernameya Nêrîna Ciwan ya ku Medya Haber’ê de tê weşandin. Li derhekê tecrîta li ser Serokê Gelan Abdullah Ocalan û bi grêdayî ve jî grevên birçîbûnê nirxandin. Ararat û Şerker’ê pirsê Haskar Şahîn bersivandin bal kişandin li ser rola ciwana û jinên ciwan di vê berxwedanê de.
Hûn polîtikayên şerê taybet yê li ser ciwana û jinên ciwan dimeşîn çawa hildidin dest?
Ronahî Ararat: ” Di serî de berxwedana grevên birçîbûnê silav dikim. Di derbarê dîroka azadiyê de ev çalakiya ku Leyla Guven’ê destpêkir dîrokî ye. Di bilindkirina berxwedanê û gihandina serkeftinê de berxwedana Leyla Guven’ê bi wate ye. Ji bo dîtin û naskirina vê têkoşînê û ji xêza têkoşînê de tevgerandin bi wate ye. Hêviya pêvajoyê jî ji me tevger kirin e. Tecrîta li ser Serokê me tê kirin, tenê li ser Serokatî nayê kirin, tecrît li ser hemû gelên rojhilata navîn tê kirin. Tecrît bi çandî, fîzîkî û aborî li ser gelê me tê tetbîq kirin. Ji ber ku hêza pêşengê civakê ne yê bandora tecrîtê zehf lê çêdibe jî dîsa jinên ciwan û ciwan in. Bandora têkoşînê li Kurdistanê û derveyê welat li ber çava ye. Li ser vê esasê bilindkirina têkoşînê bi xwe re moral û manewiyat afirandiye. Polîtîkayên dewleta Tirk dimeşîne hemû bi berxwedana gelê me ve vala derdikevin. Di dîroka me azadiyê de berxwedanê zinadan tên zanîn. Rihê berxwedanê ku Şehîd Kemal Pîr, Şehîd Mazlûm Dogan û şehîd Sara da destpê kirin niha jî dijî. Leyla Guven nûnertî ya vê seknê dike. Dema bi sedan rêhevalê di zindana de berxwe didin li derve jî dengê berxwedanê gihiştiye bendavê. Aliyê derûniya vî şerî jî pir hene ji ber ku dixwazin bî şerê derûniye civakê teslîm bigirin. Bandora şerê derûniyê herî zêde li ser jinên ciwan û ciwana çêbû ye. Divê jinên ciwan û ciwan li hember şerê taybet herî zêde berxwe bidin. Polîtîka faşîzmê ya dixwaze civakê, vîna azad û rengên cuda biherisîne berdewam dike. Berxwedana li hemberî vê destpêkir helwestek e radîkal e. Bi rihê seferberiyê berdewam kirina vê berxwedanê ji bo me jî pir girîng e.”
Ciwanên Kurdistanê li hember tecrîta giran û faşîzmê çawa dikarin bibin bersiv?
Ronahî Ararat: ” Ê ku pêşengiya pêvajoyê bikin, pêvajoyê bixwînin, berxwedanê mezin bikin ciwan û jinên ciwan in. Helbet berxwedanek heye lê têrê nake. Her derê ku em lê divê em bi rihê berxwedanê peşvazî bikin. Mirovên ku di zindana û li derve berxwe didin hene em nikarin çavê xwe bigirin û jîyana xwe berdewam bikin. Li derbarê rêbazan de jir ber zordestiyê hin tehde hene lê bersiva ku bê dayîn berxwedan e. Her çiqas berxwe bidin emê serbikevin. Ev bawerî di ciwanê Kurdistanê, ciwanê rojhilata navîn heya ciwanê cihanê de jî heye. Divê fikirandina klasîk derbas bikin. Bi bawer kirin û hedef girtina serkeftinê em dikarin vê têkoşînê bigihînin serkeftinê. Ciwan tu carî ji bo me tiştekî fîzîkî nîne tiştekî rih e ê ku ev diyar kir jî Serokatiya me ye. Li ser vê esasê divê ciwan û gelê me yê rihê ciwantî tê de heye werin ba hev û vî rihê berxwedanê bilind bikin. Biryarî heye lê ji bo berxwedan bi serkeftinê encam bibe divê şêwazê berxwedanê bêtir dewlemend bin. Cihê ku em lê em dikarin bikin cihê berxwedanê ev hêza me jî heye gelek mînakên baş hene, îro jî ew biryardarî û bawerî heye. Tenê tişta ku hewce dike em bikin divê em hay lê bin ku em wek gel û civakê pêşengê rêvebirina vê pêvajoyê ne. Di vê pêvajoyê de bersiva herî bi wate serhildan e. Li ser vê esasê divê hemû jinên ciwan û ciwan bi serhildanê qêrîn a berxwedanê bilind bikin. Ger ev berxwedana bilindtir be wê bigihêje serkeftinê. Li ser vî esasî tecrîta li ser serokê me jî yekpare bê rakirin. Lê divê ya heyî ve têrê nebînin û bêtir bawer bikin, têkoşîn bikin û bi vî rihî bibin yek. Ciwanê Kurdistanê hem dem fedakarî kirin, xwedî rihekî fedakar û dîrokek pir girîng e. Ez bawer dikim ku ew potansiyela vê pêvajoyê bi rihekî têkoşer pêşvazî bike heye. Hin zêde lê hûr be ez bawer dikim ku vê têkoşînê bi serkeftinê taç bike.”
Di pêvajoya greva birçîbûnê de hevdîtina Brêz Ocalan bi birayê xwe re bû. Hûn wek Tevgera Ciwanan vê hevdîtinê çawa dinîrxînin?
Ozgur Şerker: “Di destpêkê de em wek Tevgera Ciwanan berxwêderên berxwedana zindanan silav dikin. Di berxwedana ku li zindanan didome gelek ciwan jî cihê xwe digirin. Ya rast pêşengiya wî dike. Ne tenê li zindanan di heman demê de li Strasbourg’ê, Galler’ê li Bakurê Kurdistan’ê, dîsa bi vê re girêdayî di perçeyên din a Kurdistanê berxwedanên greva birçîbûnê didome. Wateya her yekî pir pîroz e, her yek ji cepheya xwe ve em ji vê pêvajoyê re çawa bersivekî rast bidin, çawa bibin perçeyeke vê berxwedanê di lêgerînê vê ye de bûne û wisa destbi berxwedanê kirine. Di vê milê de jî wateya her yekî di nav xwe de pir mezin e.
Rêbertiya me ne tenê niha di bin tecrîdê de ye. Raste tecrîdeke giran ku li cihanê tu cihan de bişibe vê tecrîdê heye. Lê derveya vê jî ji her aliyê ve tecrîdek tê ferzkirin. Ji komploya 99’ê ve Rêbertiya me di bin tecrîdê de ye. 20 sale di bin tecrîdê de ye. 20 sale ji gelê Kurdistanê re tecrîd tê ferzkirin.
Polîtikayên ku li ser Rêberê me tê meşandin di heman demê de li Kurdistan’ê tê pêkanîn.
Hemû polîtîkayên ku dixwazin li Kurdistanê pêkbînin di destpêka li Îmraliyê didin destpêkirin. Di vê warê de, mesele tenê tecrîd, li ser tecrîdê nirxandin, di derheqa tecrîdê de daxuyanî, di derheqa tecrîdê de çalaki bi piştgirî dana vana nîne.”
Wekî tê zanîn ev berxwedan ji aliyê gel ve hat xwedî derketin, di çar aliyê cihanê de çalakiyên ji bo tecrîd were rakirin hate kirin, çend roj berê li Amed’ê ciwanan meşek li darxistin. Di vê milê de hûn vê ruhê berxwedanê ku derketiye holê çawa dinirxînin?.
Ozgur Şerker: “Bêguman berxwedanê ku hate nîşandan vê encamê derxist holê. Ger encameka wî nebûya an jî nirxekî wî nebûya dewletê evqas teng nedikir.
Meş tê kirin, berxwedaneke girseyî tê nişandan, lê mirov vê jî bêje, pêwîste em rast nêz bibin, bi vê halê xwe ne bes e. Teqîna hersê ku di gel de avabûye ji hersê ciwanan re teyisandina wî ne bes e. Ango herkes ji vê rewşê nerihet e. Tecrîd çawa tê parçe kirin, tecrîd bi serhildana gel ve tê parçekirin, bi serhildana ciwanan ve tê parçekirin. Ev gel ji serhildanan re girtî nîne, çigav ku ev gel xwestin bixin nav lepên xwe, çigav ku li ser gel polîtikayên îmhayê pêkanîn, çi gav ku ji her milê ve vê gelê dorpêç kirin ev gel rabû serhildanê û qebul nekir. Çi derkeve pêşiya wî şewitand, ruxand û tola xwe ji neyar re nişan da. Çi derkete pêşiyê şewitand, hilweşand û her der bi erdê re kire yek bi vî awayî hêrs û kîna xwe dijmin vala kir. Niha jî di rewşa heyî de greva birçîbûne hate astekî û polîtîkayê faşîzmê zordarî, îşkence, tine kirin bi her awayî paşdeçûn çêbûye. Nexwe dema li hember dijmin berxwedan pêk tê dijmin tê şikandin, dema tê xwestin dikarin bimeşin, berxwedana girseyî dertê holê. Li vê holê de jî binêrî divê vê berxwedanê wek berxwedana danekî neyê dîtin. An jî wek bûyerekî nebîne. Îradeyek heye li holê, qedera Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heye li holê. Yanê em dixwazin azad bijîn an na? Her ciwanekî Kurdistanê dixwaze azad bibe an na? Niha dikarin bibêjin ev rewşa tenê li Bakûr heye û li zindanê wir zêdehî heye. Niha Başûrê qaşo azadî heye û hikûmet dimeşîne, neyar tinne, di destê hêzên Kurd de ye.
Lê van rojên dawî de li Başûr raperînek derket tenê dirûşmeke wan hebû ew jî pir balkêş e ji bo “Azadiyê” digotin. Nexwe li Başûr pirsgirêka me azadiyê heye û di çar parçê Kurdistanê de pirsgrêka me azadiyê heye.”
Ciwanên Kurdistanê li dijî faşîzmê, li dijî êrîşkariya faşîzmê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û him jî tecrîda ku li ser hemû gel tê ferzkirin çawa bibe bersiv?
Ozgur Şerker: “Di pêvajoya pêşiya me de komploya 15ê Sibatê ya ku li ser Rêberê me ji aliyê navdewletan ve hat kirin salvegera wî ye. Serdemeke ku mirov berxwedana greva birçîbûnê ya ku berdewam dike pêwîste hêj zêdetir were bilindkirin e. Di vê warê de yê ku herî zêde erk dikeve ser milê wî/ê Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Apoyî, şoreşger û welatparêz. Di vê milê de di nirxandinên ku tê behskirin de pêwîste ciwan xwe berpirsiyar bibînin, pêwîste xwe yê ku pêvojoyê diyar bike bibîne.
Ciwanên ku piştê pêngava “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê biruxîne, Kurdistan Azad bike” tev li refên gerilla bûn diyar dikin ku ji vê bangawaziyê bandor bûne û li dijî tecrîdê li ser Rêbertî êdî ne ma ku tehemmul bikin jiyanê ji xwe re heram dîtine tev li refên gerîlla bûne. Di vê milê de em di ferqa wî de ne, di hişmendiya wî de ne ku ev ruh di ciwanên Kurdistanê de hêj zêdetir zindî ye. Tevahî ciwanên çar perçe Kurdistanê û derveyî welat bi vê berpirsiyartiya hişmendiyê nêz bibin. Ya rast din av refê gerilla de cihê xxwe girtin tê wateya armanca di asta herî jor de berxwedanê meşandinê îfade dike. Yê derveya wan pêwîste bizanibin di her bajar de wek gerillayekî têbikoşe. Pêwîste 24 seat biherike têkoşînê, pêwîste 24 seat di nav berxwedanê de bibe. Bi vê şêwazê heya ku serhildaneke gel were afirandin, ji cihê ku “benda neyar çi bike” bibin, pêwîste di lêgerîna “em ê çi bikin” de bibin? Erka ku dikeve li ser milê me çi ye? Em ê çawa neyar bişkînin? Pêwîste bi lêhûrbûna xwedi her kolanê de, di her derê de din av berxwedanê de bibin. Li ser vê bingehê em banga Serî Hildanê dikin.”