Duh bi şev mayînek teqiya û di encam de 2 kolber bi giranî birîndar bûn. Kesên birîndar şandin nexweşxaneya navçeya Çoman a ser bi bajarê Hewlêrê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên hatine standin duh bi şev 2 kolberên ji gelê Rojhilatê Kurdistan û niştecihê bajarê Pîranşar, li sînorê Hacî Umran yê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêl mayînê kirine û bi giranî birîndar bûne.
Rêveberê nexweşxaneya Çoman Ehmed Xelîl axivî û got ku yek ji birîndaran lingê xwe wenda kiriye. Piştî ku rewşa wî giran bû me şand nexweşxaneya Hewlêrê.