Çalakî ketiye roja 50’an. Hefteya borî ji ber rewşa wan a giran Kerem Solhan û Yuksel Koç rakiribûn nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku tendirustiya Gulistan Îkê jî giran bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî ketiye roja 50’an. Hefteya borî ji ber rewşa wan a giran Kerem Solhan û Yuksel Koç rakiribûn nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku tendirustiya Gulistan Îkê jî giran bûye. Dr. Fahrettîn Gulşen bi awayekî periyodîk çalakgeran kontrol dike. Derbarê van kontrolan agahî da.
KOÇ Û SOLHAN DI MUŞAHADEYÊ DE NE
Dr. Fahrettîn Gulşen derbarê kontrola tendirustiya çalakgeran agahî da. Dr. Gulşen got ku, “Di kontrolên giştî de derket holê ku rêzdar Yuksel Koç ji ber pişika xwe ditengije. Ji ber ku ew tedawiyê qebûl nake, niha em nikarin tiştekî bikin. Heke careke din krîz lê bixe, divê em dîsa wî rakin nexweşxaneyê. Kerem Solhan jî nexweşiya wî ya di hûr û mîdeya wî de didome.”
REWŞA GULISTAN ÎKE JÎ GIRAN BÛ
Dr. Gulşen diyar kir ku tendirustiya çalakger Gulistan Îke jî giran bûye û bal kişand ser vî tiştî ku di damareke wê ya serî de nîşanên îltîhabê hene.
Dr. Gulşen diyar kir ku çalakgerên din jî semptom li wan peyda bûne. Dr. Gulşen bal kişand ser vî tiştî ku di warê dil û gurçikan de dibe ku nexweşiyên çalakgeran çêbidin û ew ê ji neçarî van çalakgeran rakin nexweşxaneyê.