Xwendekarên Zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê serdan Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz ya Hewlêrê kirin. Xwendekaran piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi hemû awayî amadene piştgiriya çalakiyê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Serdan û piştigiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê berdewam dikin. Bivê boneyê komek ji xwendevanên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin û piştgirya xwe ji bo çalakiyê diyar kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê di roja 76’an de berdewam dike. Her wiha Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî çalakiya wê ya bêdem û bêdorveger ket di roja xwe ya 76’emîn de.
Nûnerê Xwendevanên Zanîngeh û peymangehê Egîd Uren axivî û wiha got: “Em ji bo piştgirî û alikariyê hatin vir û ev yek jî weke erkekiye li ser milê me. Ez daxwaz ji tevahî xwendevanên peymangeh û zanîngehên Herêma Kurdistnê dikim ku ew ji weke me piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya nûnertiya HDP’ê diyar bikin. Ji bo em bi hevre bikarbîn tecrîdê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakin.”