Piştî Meşa Dirêj a 3 rojî ya navbera bajarê Hîldesheîm û Hannover ên Elmanyayê bi dawî bû û şûnde mîtîngek lidar xistin û dosyayek pêşkêşî Parlementoya Eyaleta Nîedersachsenê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên piştgiriyê yên Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan û piştgirîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê ya ji bo azadî û ewlehiya Ocalan dewam dikin.
Piştî Meşa Dirêj a 3 rojî ya navbera bajarê Hîldesheîm û Hannover ên Elmanyayê bi dawî bû û şûnde mîtîngek lidar xistin û dosyayek pêşkêşî Parlementoya Eyaleta Nîedersachsenê hate kirin.
Hate ragihandin ku di dosyayê de hatiye gotin ku heta tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bidawî nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.
Girse îro saetên sibê li pêşiya navenda kirîn-frotinê ya Laatzen Leîne Center a Hannoverê kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtin û şûnde dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên tecrîdê prtesto dikin hatin vekirin. Her wiha posterên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di grevê de ye jî hate hildan. Dîsa belavokên ku balê dikişîne ser berxwedêrên grevên birçîbûnê û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Bijî Berxwedana Leyla Guven’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate qîrkirin.
Piştî meşa dirêj a 3 rojî ya bi sirûda ‘Tecrîdê bişkinin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û şûnde li pêşiya Parlementoya Nîedersachsen mîtîngek hate kirin.
Di axaftinên mîtîngê de hate kirin berxwedêrên grevê hatin silavkirin. Çalakvanan anî ziman ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.