Di bin sîwana Komîta Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl ya Dêrezorê û bi tevlîbûna Meclisa Ciwanên Dêrezorê civînek hate li dar xistin.
DÊREZORÊ- Di bin sîwana Komîta Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl ya Dêrezorê û bi tevlîbûna Meclisa Ciwanên Dêrezor û têkilî bi sporvanên herêmî yekemîn civîna amadekarî ji bo amadekariya yekemîn kongra damezrandina Yekîtiya Werzîşê ya Dêrezor û gunewarên wê hate li dar xistin.
Her wiha di 5’ê vê mehê ewê rêzename ya Yekîtiya Werzîşê bê nîqaşkirin da ku bi sîstema fîfa re bibe yek û li dijî sîstema dagirkeriyê ve bê ava kirin .
Kongre 10’ê sibatê wê were li darxistin. Wê 7 komîta bê ava kirin ji bo Yekîtiya Werzişê. Ajansa me bi hevserokatiya Komîta Ciwan û Werzîşê di nav Meclisa Dêrezorê ya Sivîl Nûriya el Îsa re hevpeyvînek çêkir.
Di hevpeyvînê de Nûriya el Îsa bal kişand ser amadekariya kongra yekemîn û têkilî bi sporvanan ji hemû herêman.
Her wiha di hevpeyvîna bi endamê Komîta Ciwan û Werzîş Ehmed el Nûrî re, Nûrî got ku; “Kar û xebatên ji bo amadekariya kongre berdewam e . Û wê kordînasyona kongre were hilbijartin. Ji bo şopandina kar û xebatê yekîtiyê hevserok bê hilbijartin.”