Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo Leyla Guven a ku pêşengiya çalakiyên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir li Marsilya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalkaiyek bêiteatiya sîvîl li dar xistin.
MARSÎLYA- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo Leyla Guven a ku pêşengiya çalakiyên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir li Marsilya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalkaiyek bêiteatiya sîvîl li dar xistin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Marsilyayê li sê cihên cuda de çalakiya bêîteatiya sîvîl li dar xistin. Çalakiyên ciwanan li Gara Marsilya Saint Charles û Zaningeha Marseille Aix di seat 19:00 pêk hat.
Ciwanan di çalakiyan de gotin ku wê li dijî tecrîdê wê her tim di çalakiyê de bibin. Ewê bibin dengê çalakvanên greva birçîbûnê.
Ciwanan di çalakiyan de diruşmên “Biji berxwedana zindana”, “Biji Serok Apo” û “Terorist Erdogan” berz kirin. Her wiha banga çalakiya girseyî ya roja çarşemê kirin.