Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya bi bêdem-bidorveger ku bi 5 kesan dest pê kiribû, dewam dike. Ji çalakgeran Omer Bagdûr û Cemal Kobanê eşkere kirin ku ewê çalakiya xwe bi awayeke bêdem û bêdorveger bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdulah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve 8’ê Mijdara 2018’an dest pê kirin, roj bi roj zêde dibin.
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, komek ji Kurdistaniyan hefteya bihurî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger kiribûn. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Omer Bagdûr û Cemal Kobanê daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê çalakiya xwe bi awayekî bêdem-bêdorveger bidomînin.
Cemal Kobanê daxuyanî da û diyar kir, ji doh ve wan çalakiya xwe veguhertine çalakiya bêdem-bêdorveger.
Omer Bagdûr jî got, “Em jî dixwazin bikevin bin vî barî. Divê her welatparêz, her Kurd xwedî li vê berxwedanê, xwedî li Rêbertî derkevin.”