Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 3 meh in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye 3 meh (90 roj) li pey xwe hişt. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Galler, Avusturya, Kanada, Almanya, Mexmûr, Şengalê ,Silêmaniyê didome.
Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 90’an de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 77’an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 51’an de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 52’yemîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD’ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD’ê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê di 31’ê Çile de dest bi nobetê kirin û 6 rojin her rojê 2 parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê Nobetê digire.
Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet ti 20.00’an de girse dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya deng derxistinê piştgiriyê didin Guven. Guven derdikeve eywanê û gel silav dike. Guven ku 90 rojin di grevê de ye bi zahmetî dikare avê vexwe û tenduristiya wê her ku diçe giran dibe û hita niha 11 kîlo zeîf bûye.