Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan silav kir û got; “Têkoşîna we wê tecrîdê bişkêne û wê waneyekê bide dagirkeran. Em bi dil û can li gel çalakiyên we ne. Tevgera me tenê yek rê dinase, ew jî serketine.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda grankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand. PJAK’ê eşkere kir ku çalakiyên greva birçîbûnê tirs xistiye nava dilê dagirkeran.
Daxuyaniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha ye;
“Berxwedan jiyane, ev hevok bi berxwedan û greva we gelek watedare. Hemû çalakvanên azadiyê û grevê xwedî watene. Di heman demê de, hêza agirîn û îradeya pola ya gelê me ya bi pêşengiya jina azad nîşana hemû cîhanê da. Bi saya van grevan tirs û xofa dagirker û kevneperestan ewqas din zêde bûye.
Têkoşîna ji bo azadiyê, li her serdemê û bi her awayekê be wê ji aliyê gel ve were pêşwazîkirin û hezkirin. Tirs û xofê ji bo dagirkeran çêdike. Têkoşîna gelê me ya ji bo azadî hemû sînor derbas kirine. Lûkteya fedekariyê gihiştiye bilindihiya xwe. Tirêjên rojê yên azadiyê têkelî têkoşîna azadîxwaz a li bilindahiyên Zagrosan bûye.
Ev grevên we yên bi fedekarî sînor derbas kirine û bi laşên xwe ronahî û tirêjên mûma azadiyê bi hêztir kirine.
We têkoşîn gihand lûtkeyê
Birêz û hêja Leyla Guven û hemû têkoşerên azadiyê ku bi pêşengiya we têkoşîn gihandiye lûkteyê, bizanin ku we dîrok nivîsand. Vê jî bizanibin ku bi vê têkoşînê wê tecrîd bişkê û hûnê waneyekî dirokî bidin hemû dîktatoran ku bi girtinê nikarin pêşiya tirêjên rojê yên azad bigirin. Hûn bûne mînakên têkoşer û azadîxwaz. Ji bo hemû mirovahiyê hûn mînakekî zindî û xoşewîstîn.
Têkoşîna me tenê yek riyê dinase ew jî serketine
Bi vê boneyê, em ji dor ve destê we bi germî digrin û ji dil ve hêviyên serkeftinê ji were dixwazin. Vê yekê ji baş bizanibin ku hûn di nava dilê hemû têkoşer û azadîxwazan de dijin. Gelê azadîxwaz ê we yê Rojhilatê Kurdistanê bi hemû hêz û xebata xwe piştgiriya têkoşîna we dike. Bi dil û can li gel greva we ye. Têkoşîna me tenê yek riyê dinase ew jî serketine.”