Rêxistina HDP’ê xwest li kolana PTT’ê ya berê ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê buroya hilbijartinê veke, lê belê polîsan êrîş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina HDP’ê xwest li kolana PTT’ê ya berê ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê buroya hilbijartinê veke, lê belê polîsan êrîş kirin.
Dema ku Namzetên HDP’ê yên ji bo Hevşaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman, Narîn Gezgor û girseya gel dixwestin bi rengekî girseyî ber bi buroya hilbijartinê ve bimeşin polîsan êrîşî wan kirin.
Polîsan li ber avahiya partiyê pêşî li girseya gel girtin û nehiştin bimeşin.
Li ser vê yekê girseya gel kom bi kom ber bi buroya hilbijartinê ve çûn û li wir li hev civiyan.
Namzeta Hevşaredariyê Narîn Gezgor dema ku li ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diaxivî, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin.
Gezgor ji bo xwe ji bombeyê gazê biparêze kete hundirê buroya hilbijartin, lê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.