YPG Nasnameya 2 şervanên ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd ketine eşkere kir

YPG: “Bêguman ev asta têkoşîna me armanca dagirkeran rûxandiye û ji bo herêmê jî bûye hêviyeke mezin. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê jî ew in ku tim û tim xwe bi serkeftinê re amadekirine û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanên YPG’ê eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Têkoşîna azadiya gelê me û hêzên me ku li dijî teror û dagirkeriyê dimeşînin gihîştiye asteke bilind û qonaxeke girîng. Ev têkoşîna ku tê meşandin him di herêmê û qada navnetewî de bandoreke mezin derxistiye holê him jî ji bo firsendên dîrokî afirandiye da ku pêşeroja herêmê misoger bike. Bêguman ev asta têkoşîna me armanca dagirkeran rûxandiye û ji bo herêmê jî bûye hêviyeke mezin. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê jî ew in ku tim û tim xwe bi serkeftinê re amadekirine û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ye.

Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di demên cuda de di Pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbûn, ji raya giştî re parve dikin.

Qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê ku li herêma Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi pêşengtiya hêzên me di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatibû destpêkirin ber bi dawîbuyînê ye. Roj bi roj hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya herêma Dêra Zorê têk diçe û operasyonên ku li dijî çeteyan tên lidar xistin de bi sedan sivîlên ku di bin dagirkeriya wan ve tên rizgarkirin. Ev pêşketinên ku rûdidin bi saya têkoşîna şervanên me yên ku bi dil û can şer dikin û şehîd dibin. Yek ji wan hevalên me bi nasnav Bahoz Efrîn e ku piştî berxwedaniyeke bê hempa di dîroka 2’ê Sibatê şehîd ketiye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bahoz Efrîn

Nav û paşnav: Kemal Osman

Navê dayikê: Raîfe

Navê bav: Fayiq

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / 29’ê Çileya 2019’an

Rêhevalê me bi nasnav Kara Qamişlo ku li bajarê Serêkaniyê bi erka xwe radibû, di encama qezayekî trafîkê di dîroka 29’ê Çileyê de şehîd bû.

Nasnameya rêhevlê şehîd wiha ye:

Nasnav: Kara Qamişlo

Nav û paşnav: Mû’tez El Hoşan

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor / 2’ê Sibatê 2019’an”

Nivîsa Pêş