Li dewreya 3’mîn a Akademiya Şehîd Îmad El Mehawiş li Reqqa destpê kir
REQQA– Bi tevlîbûa 34 ciwan û jinên ciwan li Akademiya Şehîd Îmad El Mehawiş 3’mîn dewreya îdeolojîk û leşkerî destpê kir.
Her wiha ev dewre bi tevlîbûna 34 ciwan û jinên ciwan ji bajarê Reqqa, Tebqa, Dêrezor di 5’ê Sibatê destpê kir. Ev dewre ji bo perwerdekirina ciwanan ji aliyê îdeolojîk û xwerêxistinkirin û hem jî ji aliyê leşkerî perwerdekirin û xwe parastin û bikaranîna çek hatiye vekirin. Di demekî ku gefên êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakurê Suriye ji bo parastina axa welat ji êrîşên dewleta Tirk ango êrîşên dagirkeriyê pir bi nirx tê dîtin.
Di serdana me ya dewreyê ciwanan de jina ciwan Rexed Mustefa ku tevlî vê dewrê bûye ji ajansê me re axîvî û got: “Ez ji bo perwerda îdeolojîk, leşkerî ji bo ku ji xwe bawer bim û parastina welatê xwe bikim tevlî vê dewreyê bûme. Erka her ciwan û jinên ciwan e ku ji bo ku bikaribe xwe bi rê ve bibe tevlî vê akademî bibe.
Tê diyarkirin ku wê ev dewre 5 rojan berdewam bike.