Gelek Tevgerên Ciwanan bi dîmenan dabûn xuyakirin ku wê werin tevli konferansê bibin. Hatibû ragihandin konferans wê li Bakurê Suriye pêk were. Amadekariya konferansê didom in.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hatibû ragihandin ku di 20 Sibatê de wê 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pêk were. Ji hemû welatên Rojhilata Navîn ji gelên cuda cuda ciwan wê werin tevli konferansê bibin. Gelek Tevgerên Ciwanan bi dîmenan dabûn xuyakirin ku wê werin tevli konferansê bibin. Hatibû ragihandin konferans wê li Bakurê Suriye pêk were. Amadekariya konferansê didom in.
Di derheqa amadekariyê de Serokê Ciwanên Partiya Muhafizan Telal Elasi axîvî û got: “Me li Bakûrê Sûriye Komîteya Amadakariyê damezrandin. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ji ber ku konferansê yekem li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê hatibû li dar xistin û di encama wê de biryara li darxistina konfiransê dûyemin li Rojava û Bakûrê Sûriye werê li dar xistin. Pişti damzrandina Komita Amadakar vexundin û bangewazî ji hemû ciwanên Rojhilata Navin re hat kirin ku tevlî konferansê bibin. Ji Tirkiye,İraq, Misir, Lîbya, Cezayêr, Tûnûs, Urdin Libnan wê tev li konferansê bibin. Ev welatên kû beşdarî konferansê Amedê bûbûn û niha wê tevlî konfiransa dûyem jî bibin armanca sereke ya vê konfiransê avakirina pêwendî, têkilî û hevaltî di navbera Tevgerên Ciwana li Rojhilata Navîn û dîroka berxwedanê li Rojhilata Navîn were kirin. Her wiha êş û azarên lis er gelên Rojhilata Navîn hatine kirin û nas kirina olên li Rojhilata Navin û zilme li ser wan olan hatî kirin wê dest bê girtin.
Ev konferans wê çar rojan ber dewam bike. Di roje dûyemin û sêyemin de semîner were li darxistîn. Dîsa hêviya me ewe ku kordînasiyonek ji vî konferansê derkeve.”
Ji ciwanên Suryan nûner Aşur Gorgis jî got; “Em weke ciwanên suryan bang li hemû ciwanên Suryan dikin ku tevlî konferansê bibin. Ji ber vê ev konferans ji me re wek ciwan û gel -girîngiya wî ew e ku nûnertiya me bike û rastiya bakûrê Sûriye hem siyasî û civakî derdixîne holê girîng e.”