Ji Meclîsên Ciwanên HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 91 roje di greva birçîbûnê de ye çalakî.
MERSîN-EDENE – Meclîsên Ciwanên HDP’ê ya Mersîn’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven derketin qadan.
Ciwanên ku derketin qadan bi heway3i fîşengan û bi dirûşmên “Leyla guven rumeta me ye”, “Bijî Berxwedana Zindanan” ve çalakiya xwe pêk anîn.
Li Edeneyî jî Meclîsên Ciwanên HDP’ê derketin kolanan û ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Di taxa Şakîrpaşa de ciwanan hemû kolanan geriyan û diruşmên “Leyla guven rumeta me ye”, “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.