NAVENDA NÛÇEYAN
Yên ku dîrokê hisab ji wan pirsîn û yên ku dê ji wan bipirse…Piştî Hîtler û Mussolînî, Erdogan û AKPê faşîzmê wek mîrat dewr girtin û bi rêbazên hovane jî xistin meriyetê. Yên ku dîrokê hisab bipirse, êş û elemên ku vê rejîma faşîst, bi teybetî Kurdan û hemû bindestan re daye jiyandin e. Bi nerîtên faşîzmê ku li Kurdistanê didin meşandin re, faşîzma AKP û MHP, hê jî dihizire ku di şexsê Rêber APO de jinên Kurd û gelê Kurd dikare radest bigre. Pergala dewletê welê ye ku, di pêvajoyên ku zextî, zilm, qetlîam herî zêde dibe de û faşîzm digihîje lûtkeyê, di esasê xwe de heyama herî lewaz ya dewletê ne. Mîna di heyama hilweşîna Dewleta Osmanî de bibû, rejîma faşîst AKP û MHP jî dihizire ku bi mêtîngerî, talan, înkar û tunekirinê re li ser piyan bimîne. Beravajî vê, dawiya xwe bi destên xwe bixwe tînin. Ji ber ku demên ku têkoşîna rasteqîniyê dibe herî radîqal û ber bi serkeftinê re dimeşe, heman awayî faşîzm jî radibe pêdarê. Welê ku rejîma faşîst ku duh xweîfadekirin û çalakiyên jin û ciwan wek xeterî nedidît, îro tenê parvekirinên tora civakiyê jî wek gef dibîne û herkesî “terorîst“ îlan dike. Ev rewş, perpitîna bi tirsonekî ya faşîzma yek zilamî ku bidawîbûna xwe dibîne ye. Ango ne weke propagandayên leşkerî, siyasî û aboriyê ku di medyaya piştgiran de dikin e. Niha di heyamên xwe yên herî xurt de nîn in; di heyama hilweşînê de ne. Ev rewş, di polîtîkayên wan ên melisandin û bêdengkirina gel de tê dîtin. Di sedsala 21. de heke hê jî Kurdek ji ber axaftina bi Kurdî an jî ji bo ku li nasnameya xwe yê Kurd xwedî derdikeve were kuştinê, ev xewnereşka Kurdê azad a Erdogan nîşan dide. Her roj, di serî de Bakurê Kurdistanê, di temama Kurdistanê de, Kurdên ku xewnereşka Erdogan in, di hedefa Erdogan de ne. Partiyên siyasî damezirandin, komel damezirandin; xwepêşandan lidarxistin, çalakî lidarxistin, bi kurtasî mafên ku di makezagona derbeyê ya TC de jî derbas dibin, wek “çalakiyên terorîst“ tên dîtin. Bi vî awayî, xizanên ku di sînora birçîbûyînê de dijîn, li hemberî qeyrana aboriyê heke dengên xwe derxînin an jî kedkar, ji ber ku heqê keda xwe nestandine heqê xwe bixwazin, heke jin li hemberî qetlîam û destdirêjiyan bêjin “em radest nabin“ an jî rojnamevanên ku di armanca nûçeyên wisa ragihandina gel de bibin û heke ciwanên ku li hember hemû neheqiyan bêjin “RAWESTE“, xwe di zindanên faşîzmê ku bi arastek de dibînin. Ji hunermendan heya siyasetmedaran, ji akademîsyenan heya xwendekaran, ji rojnamevanan heya nûçegihanan, ji karkeran heya bêkaran, ji bazirganan heya cotkaran û ji jinan heya ciwanan hemû kesên ku li dervayî pergalê mane, dûçarî nerîtên Erdogan dimînin û dixwazin hemûyan jî bikin xulamên Erdogan. Dawiya yên ku xulamî napêjirînin an jî li hember vê li berxwe didin tê zanîn; kiryarê nediyar…
Di rewşek wisa de, em yek jî li Kurdistanê binêrin. Dibêjin hilbijrtina herêmî wê were kirinê; di pergala dewletek xwe ser xulamiyê damezrandî de heke demokrasî tunebe, heke vîna gel di her kêliyê de di bin bombebaranê de bibe, wê çaxê hilbijartin tê wateya rewakirina faşîzmê. Lê gel ji dil ji ramanên xwe re girêdayî ye û bi her awayî jî li pey bipêşxistina ramanên xwe ne. Her çiqas hilbijartinan rewa nebin jî, demokratîk nebin jî, gelê me yê welatparêz bi gotina “Em Kurd in û dengê me ji me re ye“, li hemberî xweferzkirinan dibêjin na! Di hevpeyivînekê de gotinên ciwanekî Kurd, ji bo Kurdan wateya hilbijartinan çi ye, radixe ber çavan. Ciwan digot; “Em dizanin dema ku em şaredariyan qezenc bikin, kayûm wê werin pîşandin. Lê bila tu kes nebêje ku “çi girîngiya dengavêtinê heye“; heke şaredarî, seateke jî di destê me de wê bimîne, em dîsa jî li partiya xwe dengên xwe wê bidinê. Bila Erdogan bizanibe ku, ji Kurdistanê jê re deng û piştevan dernakeve“. Ango digot; “her çiqas tu zextî jî pêk bînî, her çiqas bi tank, top û balafiran êrîş jî bikî, her çiqas bi polîtîkayên birçîhiştinê re me muhtacê pergala faşîst jî bikî, me mehkûm jî bikî, bi kiryarên nediyar ve bitirsînî jî, yek bi yek me bikujî jî, Kurdek yek tenê bimîne jî em ê ne ji te re, ne jî ji êrîşên hovane re serî xwe natewînin û helwestên xwe jî her nîşan bidin“. Helbet li hemberî faşîzmê ku wisa bi topyekûnî êrîşê dike, bi tenê dengavêtinê re em nikarin encamek bigrin. Erdogan, li Kurdistanê, 24 seatan polîtîkayên şerê teybet dimeşîne û bi alavên teknolojiya herî dawî êrîşê me dike; li hemberî van êrîşan heke em bi topyekûnî li berxwe nedin, 24 seat di nava çalakiyan de nebin, em nikarin serkeftinê teqez bikin. Hela ku pêvajoya erefata serfiraziyê de divê meriv ji xwe ji malbata xwe dest bikşîne bi bîra gel bûyînê tevbigere wisa bighêje serketinê. Ji ber vê pêşî em ciwan hêrsa ku kom bûyî li her deverê çalakiyan darxînin û ji faşîzmê re bêjin bisekne.Em bi bîr bin hêza ku faşîzmê hilweşîne rêxistina gel e, li taxê ,li kolanê, li dibistanê, li cihê kar hwd. li her qadan hêrsa xwe,bertekên xwe, lê vegerandinên xwe li hev bicivînin birêxistin û derbasî çalakiyê bikin. Di pêvajoyek wisa de hilbijartinên rûpûşê demoqrasiyê derbaskirî jî heke sazûmana Erdogan û AKP-MHP ew qas ditirsîne, bi sedan, bi hezaran, bi mîlyonan kes li kolanan azadiyê biqîre , pergalê tengezariya dil derbas bike an jî bi taybetî li Kurdistanê tiştên ku nîşana dagirkeriyê AKP dinimîne hemû bişewitîn û hilweşînin slogana ” Kurdistan ji faşîzm re bibe goristan ” bi bawerî nêrîtkirin wê bibe.Ji vê wêde alîgirên sazûmana faşîst, parlamenterên AKP, wezîrên wan, muxtarên wan hwd. derkev û wisa rihet rihet fermanan nebire. Divê têkoşîn bighêje rûkarek wisa ku dema dixwazin gotinên,- nizanim çend rojan da em ê PKK biqedînin, nizanim me ew qas terorparêz berhewakirin, çûn ser ew qas malan ew qas mirov binçav kir û bendî kirin, em ê operasyona ji sînor wê de wisa bikin hwd. – bikin û carek din bifikirin ” em wisa bibêjin gelê biherike kolanan, ciwanên li çend polîsan bixe, çend xanî û komelên AKP bibe xwelî. Jinê derbasî refên herî pêş dûv re Xwedê biparêze wê şoreş çê be em xerabin her in..”’ ev fikr û raman divê wan bisekinîne. Ango gotina kin divê ciwan bibe kabîsa Erdogan û sazûmana faşîst. Bi vî awayî gelê me yên welatparêz bi pêşengtiya Ciwantiya Apocî di çalakiyan de be, sazûmana yek mêr wê di çaviya penceşêr de bifetise here.De haydê.! ciwantiya bi bîrdoziya serokatî rêxistin dibe, roja ku bi têkoşîna giştî êrîşên faşîzmê hat şikandin di diroka sêpên berdarê de tê darizandin wê Erdogan û sazûmana faşîst AKP-MHP bibe.
Serhildan Garzan