Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, 3 meh li pey xwe hişt û ket meha 4’an.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye 3 meh (90 roj) li pey xwe hişt û ket roja 91’an. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 90 roj li pey xwe hişt û ket roja 91’yemîn.
Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD’ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD’ê nobet hat destpêkirin. Çalakiyên piştgiriyê jî didom in.