Endamên Meclîsên Jinên Ciwan ên Edene banga konferansa Jinên Ciwan kirin. Jinên Ciwan a ku soza bilindkirina çalakiya Leyla Guven dayîn hemû Jinên Ciwan banga beşdarbûna Konferansa Amed’ê kirin.
EDENE- Endamên Meclîsên Jinên Ciwan ên Edene banga konferansa Jinên Ciwan kirin. Jinên Ciwan a ku soza bilindkirina çalakiya Leyla Guven dayîn hemû Jinên Ciwan banga beşdarbûna Konferansa Amed’ê kirin.
Endama Meclîsên Jinên Ciwan Helbest Canel Olgaç di derheqa çalakiya Leyla Guven de û di derheqa Konferansa Jinên Ciwan ê ku di 17’ê Sibatê de li Amed’ê pêk were axîvî. Helbest di derheqa çalakiya Leyla Guven a ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wiha axîvî: “Leyla Guven, ala berxwedana Mazlûman, Xeyri’yan û Çaran ku bedena xwe kirin topa agirê dewr girtiye. Leyla guven him bûye dengê zindanan, him jî heman demê de têkoşîna jinan dide. Em wek Jinên Ciwan jî wê bibin piştgirîger û têkoşera mezinkirina çalakiya ku Leyla Guven bibin.”
Helbesta ku bal kişand li ser Konferansa Jinên Ciwan wiha got: “Em bi konferansa ku pêk bînin ve gava yekem ku faşîzmê parçe bike û xwedî çaalkiya Leyla Guven derkeve bavêjin. Em wek Jinên Ciwan hemû Jinên Ciwan re bang dikin ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jin û ji bo nîşandana hêza Jinên Ciwan werin tevlî konferansa ku li Amed’ê pêk were bibin.”
Saadet Çelîk jî banga tevlîbûna konferansê diyar kir û bi silavkirina Berxwedanên Zindanan destpêkir: “ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, berxwedanên greva birçîbûnê a ku Leyla Guven pêşengî kir silav dikin. Em ji bo gelan, jinan û zarokan di welatekî azad de bikaribe bijî vê konferansê li dar dixin. Gelê Kurd sedsalane di bin metîngerî û zextê de ne, bi taybet jî ji 2015’an ve bi sedan hevalên me yên jin di zindanan de ye. Ji bo jin bikaribin li kolanan, li kargehan xwe rêxistin bikin êdî dem hatiye werin gel hev. Li dijî polîtikayên pergala dewleta baviksalarî û şera ku li ser jinan pêk tê anîn û maxdûr dike em wek Jinên Ciwan vê konferansê pêk tînin. Ji bo faşîzmê birûxînin, zîncîran birûxînin ji hemû Jinên Ciwan re banga beşdarbûna Konferansa Jinên Ciwan a ku 17’ê Sibatê pêk were dikin!”